18:53 15 Kanûn 2017
Zindî
    YE

    33 parlamentarên Ewropî: Mafê Kurdan heye referandûmê bikin

    © AFP 2017/
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li Bruksel a paytexta Belçîka û Yekîtîya Ewropayê (YE) 33 parlamentarên Ewropî bi daxuyaniyekê piştgirî dan referandûmê û daxwazên gelê Kurdistanê.

    33 parlementarên Ewropî daxwaz ji karbidestên Yekîtîya Ewropayê kirin, stratejî û siyaseteke nû ji bo Iraqê bikar bîne.

    Di daxuyaniya parlamentaran de dîroka Kurdan û zilm û zora bi destê rejîma Iraqê li wan hatiye kirin hat bibîrxistin û hat gotin, "Xelkê Kurdistanê mafê xwe heye biryarê li ser çarenivîsa xwe bide ku ew jî di çarçoveya mafê bingehîn yên NYyê de hatiye tesbîtkirin."

    Nûnerê Herêma Kurdistanê li Brukselê Dîlawer Ajgeyî xweşhaliya xwe ji bo beyanameya perlementarên YEyê anî ziman.

    Li gor nûçeya BasNewsê Ajgeyî got, ew beyaname di demeke guncaw de hatiye ku hejmareke berçav yên perlementoya Yekîtiya Ewropayê piştgiriya xwe ji referandûma serxwebûna Kurdistanê re radigihînin.

     

    Bi heman mijarî:

    Li Kerkûkê 1700 leşkerên Amerîkî têne bicihkirin
    Li Helebce mîtinga ‘Belê ji bo Serxwebûnê’ tê lidarxistin
    '850 milîtan hatin kuştin, 3 leşkerên Rûsî birîndar bûn'
    Barzanî û Serokomar Mehsûm li ser şandeke Bexdayê li hev kirin
    Erdogan: Em ne teref in, destûra dewleta serbixwe nadin
    ENKSê ji bo hilbijartinên Rojava banga boykotê kir
    Barzanî û Hêro Xan li ser referandûmê axivîn
    Etîketan:
    Yekîtiya Ewropayê, Ewropa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de