13:42 19 Mijdar 2017
Zindî
    Vladîmîr Pûtîn

    Gerînendeyê Focusê lêborîn ji Pûtîn xwest

    © Sputnik/
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 16 0 0

    Sekreterê çapemenî yê Balyozxaneya Rûsyayê li Almanyayê Denis Mikerin ragihand ku gerînendeyê giştî yê kovara Focusê Robert Schneider lêborîn ji Pûtîn xwest.

    Sekreterê çapemenî yê Balyozxaneya Rûsyayê li Almanyayê Denis Mikerin di peyama xwe ya facebookê de ragihand ku gerînendeyê giştî yê kovara Focusê Robert Schneider lêborîn ji Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn xwest. Schneider îro bi telefonê li balyozxaneya rûsî geriya û ji ber tiştên hatine nivîsandin lêborîn xwest û ragihand ku armanca wî ne heqaret û rencîdekirina serokê rûsî ye.

    Li gorî daxuyaniyê Schneider heq daye bertaka Rûsyayê û gotiye ‘peyvên ku hatine bikaranîn sedî sed şaş bûn' û ji ber tiştên nivîsandî ji hemû xwendevanan jî lêborîn xwestiye.

    Kovara Focusê di hejmara xwe ya dawî di gotareke ku derheqê serokê rûsî de hatibû nivîsandin îfadeyên heqaretî bi kar anîbû, gelek xwendevanan bertek nîşanî gotarê dabû.

    Bi heman mijarî:

    Wêneyê pasaporta Pûtîn hat weşandin
    Pûtîn û Merkel nenaskirina biryara NYê ji aliyê Pyongyangê ve şermezar kirin
    Pûtîn Korveta Soverşenniy a nû kontrol kir
    Pûtîn: Heke mudaxele neyê kirin em amade bi Washîngtonê re hevkariyê bikin
    Pûtîn ji bo şkandina dorpêça Dêra Zorê Esad pîroz kir
    Etîketan:
    Sekreterê çapemenî yê Balyozxaneya Rûsyayê li Almanyayê, Robert Schneider, Denis Mikerin, Almanya, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de