06:41 20 Mijdar 2017
Zindî
    Ocalan - PKK - Apo - KCK

    Dadgeha Belçîkayê biryar da: ‘PKK ne rêxistineke terorê ye’

    © AP Photo/ Hussein Malla
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 11050

    Dadgeha Temyizê ya Belçîkayê biryara dadgehê ya ku ‘çalakiyên PKKê wekî pirseke navxweyî ya bi Tirkiyê re’ dibîne û PKKê wekî rêxistineke terorê nanirxîne pesend kir.

    Li gor nûçeya BBC Tirkî dadgeha Belçîkî biryar li ser 36 kesên ku bi tohmeta PKKê lêpirsîn li ser wan hatibû destpêkirin da.

    Dadgehê ji bo wan kesan ku Hevserokên Kongra-Gel Remzî Kartal û Zubeyir Aydar jî di nav de bûn, biryar da ku hewce nake li ser wan lêpirsîn bê kirin.

    Bi vê biryarê re, lêpirsîna ku ji bo rêveberên PKKê li sala 2006an hatibû destpêkirin, betal bû.

    Dosyeya 36 kesên bi tohmeta PKKê li ser wan doz hatibû vekirin çû ber destê dadgeha bilind a Belçîkî û dadgehê bi hinceta ku ‘mesleyeke navxweyî ya Tirk û Kurdan e li Tirkiyê' nabe PKK wekî rêxistineke terorê were nirxandin.

    Dadgehê herwiha biryar da ku pêwîstî bi lêpirsînkirina wan kesan nîne.

    PKK ji xeynî Tirkiyê, li Amerîka û Yekîtiya Ewropayê di lîsteya terorê de cî digire.

     

    Bi heman mijarî:

    Kremlîn: Daxuyaniyên ser tetbîqata Zapadê yên sorkirina dijayetiyê provokasyon in
    Lavrentyev: Rûsya, Tirkiye û Îran dê kontrola herêmên li Idlibê bikin
    Demirtaş di derbarê êrişa merasîma cenazeya diya Aysel Tugluk de peyam şand
    ‘Hefteya pêşiya me hevdîtinên Bexda û Hewlêrê ji nû ve destpê dikin’
    Rûsyayê 4 balafir şandin Sûriyê
    YEyê dema mueyîdeyên li ser Rûsyayê 6 meh dirêj kir
    Zebarî: Biryara betalkirina erka Necmedîn Kerîm referandûmê bihêztir dike
    Serokatiya Herêma Kurdistanê: Welatên mezin alternatîvek ji bo referandûmê pêşkêş kir
    Etîketan:
    Tirkiye, Belçîka, Ewropa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de