15:01 27 Gulan 2018
Almanya - Tirkiye

Almanyayê 5 hezar penaxwazên Tirk red kir

© AP Photo / Franka Bruns
Ewropa
Lînkê kurt
0 10

Hat diyarkirin ku piraniya daxwazên penaxwaziyê yên hemwelatiyên Tirkiyê bo Almanyayê hatiye redkirin.

Li gor nûçeya rojnameya Almanî Tagesspiegelê, Saziya Koçberî û Penaberiyê ya Federalî ya Almanyayê (BAMF) da xuyakirin ku ji serê sala 2017an ve anku piştî hewildana kotedaya li Tirkiyê, 8 hezar û 547 hemwelatiyên Tirk serlêdanên penaxwaziyê li wan kirine.

BAMFê ragihand ku ji ber bingeheke wan serlêdanan tunebû, serlêdanên 5 hezar û 40 kesan hatine redkirin.

Di nûçeyê de hat gotin ku BAMFê li ser serlêdanên hemwelatiyên Tirk ên penaxwaziyê yek bi yek lêkolîn kiriye û biryara xwe daye.

Herwiha hat eşkerekirin ku li hin eyaletan hemwelatiyên Tirk hatine dersînorkirin ku li gor 31ê Tebaxê 6 hezar û 784 hemwelatiyên Tirk divê bên dersînorkirin.

 

 

Bi heman mijarî:

Kremlinê bersiv da îdîayên "xwîndariyê" yên Clintonê
Lîderê Milîşeyên Bedir: Pêşmerge ji bo fişarê li ereb û tirkmenan bike, diçe Kerkûkê
Baydemir di derbarê referandûmê de axivî: Referandûm ne li dijî gelan e
Yekgirtû: Em dê beşdarî aktîvkirina parlementoyê bibin
ENKS kirîza Sûriyeyê li gel berpirsên ewropî gotûbêj dike
PDK: Qedera biryara parlementoya Iraqê dê wek biryara li dijî alaya li Kerkûkê be
Etîketan:
Tirkiye, Almanya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de