05:00 20 Sibat 2018
Zindî
    Goristan

    Serokê şaredariyê li goristanê stû jêkirî hat dîtin

    © REUTERS/ Eric Vidal
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li Belçîkayê serokê şaredariya Mouscronê li goristanê mirî hate dîtin. Derbarê bûyerê de kesekî 18 salî teslîmî hêzên ewlehî bû.

    Serokê şaredariya bajarê Mouscronê Alfred Gadenneyê 71 salî li goristana nêzî mala xwe stû jêkirî hat dîtin. Li gorî zanyariyan Gadenne xwedîtî li goristanê dikir û ji bo çûnûhatinan derî asê dikir.

    Ji aliyê din ve li gorî rojnameya heremî ya SudInfoyê ku dispêre çavkaniyên ewlehî, derbarê bûyerê de kesekî 18 salî teslîmî polîsan bû.

    Televîzyona RTBF a dewleta Belçîkayê jî di nûçeya xwe de ragihand ku gumanbarê 18 salî Alfred Gadenne ji ber sedemên şexsî kuştiye.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Belçîkayê ji bo cezayê îdamê hişyarî da Tirkiyê
    ‘Li Belçîkayê 629 terorîstên biyanî hene'
    Hinek penaberên kurd li ser rêya Belçîkayê wenda bûn
    Li Belçîkayê bi wesayitekê hewla êrîşê hat dayîn
    Belçîkayê civîna MHPê betal kir
    Etîketan:
    Serokê şaredariyê li goristanê mirî hate dîtin, Alfred Gadenne, Mouscron, Belçîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de