11:36 24 Îlon 2017
Zindî
    Parlamentera kurd a Partiya Keskan a Avusturyayê

    Parlementera Nemsayê ya kurd ji bo referandûmê: Mafê çarenûsê mafekî meşrû ye

    © Foto: vocaleuropa.eu
    Ewropa
    Lînkê kurt
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (282)
    0 1610

    Parlementera kurd a Partiya Keskan a Avusturyayê Berivan Aslanê diyar kir ku mafê çarenûsê, mafekî meşrû ye û nîqaş li ser nabe.

    Aslanê li ser rûpela xwe ya Facebookê wêneyên beşdarbûna xwe di civîneke piştgiriya referandûma serxwebûna Kurdistanê de parve kirin û derbarê mijarê de wiha nivîsî:

    "Kurd ji mêj ve dixwazin ji hikûmeta navendî ya Iraqê veqetin. Hikûmeta Iraqê ev daxwaz red kir.

    Kurd dê di 25ê Îlonê de bo serxwebûna xwe deng bidin."

    Herwiha parlementera kurd diyar kir ku mafê çarenûsê mafekî rewa ye û wiha got: "Ez îro di nav xelkê de bûm û gelek gufûgoyên me çêbûn. Pirsa kurdî ji zû de ne tenê pirsgirêka kurdan e lê herwiha pirseke mafên mirovan, demokrasî û mafên kêmenetewan e jî. Mafê çarenûsî, çareseriyeke aştiyane mafekî rewa ye û nîqaş li ser nabe."

    Mijar:
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (282)

    Bi heman mijarî:

    Elî Qazî: Piştgiriya referandûmê erkekî olî û netewî ye
    Şandeya Kurdistanê bo danûstandinên referandûmê çûn Bexdayê
    Xaneqînê biryara beşdarbûna referandûmê da
    Li Hewlêrê ji bo referandûmê 53 navendên tomarkirina navan hatin vekirin
    Barzanî: PKK ne terorîst e, piştgiriyê dide referandûmê
    Barzanî bo Mattis: Divê ji bo paşxistina referandûmê bedêleke bihêztir hebe
    Etîketan:
    kurd, Nemsa, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de