08:27 13 Kanûn 2017
Zindî
    Kurdistan

    Li welatekî din ê Ewropayê ji bo referandumê komite hat avakirin

    © REUTERS/ Ako Rasheed
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li gorî zanyariyên berdest, civaka kurd li Swîsrayê ji bo piştgiriya referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê komîteyek saz kir.

    Li ser navê komîteyê bêjerê berê yê Radyoya Dengê Kurdistana Îranê Ehmed Şêrebegî got: "Komîteya piştgiriya referanduma Kurdistanê ya li Swîsreyê, ser bi ti hêzekî siyasî nîne û endamên wê bi awayekî xwebexş karên komîteyê birêve dibin."

    Şêrbegî di berdewamiya axaftina xwe de got: "Ev komite wê roja yekşemê û hetanî 10ê Îlonê bi armanca piştgiriya referanduma serxwebûnê li Cinêvê festîvalêkî li dar bixe."

    Hejayî gotinê ye ku heta niha li gelek welatên Yekîtiya Ewropayê ji aliyê civaka kurdan ve komîteyên piştgiriya referanduma serxwebûnê hatine sazkirin.

    Bi heman mijarî:

    Parlamentoyê qanûna referandum a serxwebûnê qebûl kir
    McGurk: Li gorî me referandum ne fikreke baş e
    ‘Referandum ji bo serxwebûna Kurdistanê ye'
    Tarîxa referandum û hilbijartinên Herêma Kurdistanê diyar bû
    Ji Kurdistanê bo Îranê: Referandum û serxwebûn mafekî xwezayî ye
    'Li Herêma Kurdistanê Referandum û hilbijartinên giştî dê bi hev re bên çêkirin'
    Etîketan:
    Komîteya piştgiriya referanduma serxwebûnê, Swîsra, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de