23:16 24 Hezîran 2018
Ala Almanya û Tirkiyeyê

Krîza di navbera Almanya û Tirkiyeyê de kûrtir dibe

© REUTERS / Hannibal Hanschke
Ewropa
Lînkê kurt
0 0 0

Li Tirkiye doh 2 welatiyên alman hatin desteser kirin. Ev yek krîza di navbera Tirkiye û Almanyayê de zêdetir kir. Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel ragihand ku gelek welatiyên wan bi kêfê tên girtin, ew ê ji nû ve li polîtîkaya Tirkiyeyê binerin.

Angela Merkel li Nurnbergê axivî û got: "Welatiyên Almanyayê ku li welatê wê dijîn wê biryarê bidin bê ka wê dengê xwe bidin kîjan partiyê."

Merkel bal kişande ser girtina du welatiyên alman ên ji aliyê Tirkiyeyê ve û wiha pê de çû: "Di gelek bûyeran de mirov bi sedemên belesebep têne girtin."

Merkel destnîşan kir ku divê li dijî Tirkiyeyê ‘helwesteke biryardar' were dayin, ew ê polîtîkayên li hemberî Tirkiyeyê ‘ji binî ve bi teşe bikin'. Ev polîtîka dema ku girtinên duh jî mirov bifikire divê mirov zêdetir ‘li ser bifikire.''

Merkel got ew biryardar in ku muzakereyên bi mebesta berfirehkirina Yekîtiya Gumrukê ya di navber Tirkiyeyê û YEyê de bloke bikin. Merkel diyar kir ku di rewşa berdest a Tirkiyeyê de ne pêkan e ku ev babet pêkan bin. Girtina welatiyên alman ên li Tirkiyê li prensîbên dewleta hiqûqê naguncin.

Bi heman mijarî:

Almanya bi fermî dê Tirkiyeyê veto bike
Almanya: Hişyariyê me yên li dijî Tirkiyeyê bandora xwe nişan dide
Almanya: Divê YEyê fişara malî li Tirkiyeyê bike
Almanya ji mueyîdeyên DYA yên li hember Rûsyayê bi endîşe ye
Almanya: Erdogan, qumarê bi têkiliyên sedsalane yên Tirkiye û Almanyayê dike
Serokomarê Almanya: Kesên ku bi salan Erdogan re xebitîn an girtîne an jî nikarin biaxivin
Etîketan:
krîz, Angela Merkel, Almanya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de