11:38 21 Îlon 2017
Zindî
    Almanya

    Almanya: Referanduma serxwebûnê mafê rewa yê kurdan e

    © AP Photo/ Michael Sohn
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 69 0 0

    Namzedê serokwezîrtî û Serokê Partiya Sosyal Demokrat a Almanyayê Martîn Schulz ragihand ku ez referanduma serxwebûnê wek mafê rewa yê kurdan dibînin.

    Namzedê serokwezîrtî û Serokê Partiya Sosyal Demokrat a Almanyayê Martîn Schulz got: "Ez referanduma serxwebûna Kurdistanê wek mafê rewa yê kurdan dibînin. Ji bo ku kurdan li welatê xwe gelek êş û azar kişandin."

    Li gorî nûçeya malpera Rûdawê Martin Schulz got: "Di nêrîna Almanyayê de referanduma Herêma Kurdistanê pirseke navxweyî ya Iraqê ye û divê bi diyaloga ligel Bexdayê çareser bibe. Ez referandumê wekî mafekî rewa yê gelê kurd dibînim. Ji ber ku wan gelek êş û azar li wî welatî kişandine. referandum mafê wan e."

    Li Almanyayê di 24ê Îlonê de hilbijartinên parlamentoyê têne kirin û nêzîkî 62 milyon alman dê herin ser sindoqan.

    Bi heman mijarî:

    Almanya: Pirsgirêka me ne bi Tirkiye, bi Erdogan re ye
    Almanya welatiyên xwe yên li Tirkiyeyê hişyar kirin
    Di navbera Almanya û Tirkiyeyê de krîzek nû
    Berdevkê Pêşmerge: Amerîka Brîtanya û Almanya dê pêşmerge perwerde bikin
    Almanya dê peyamên Whatsappê jî bişopîne
    Etîketan:
    Serokê Partiya Sosyal Demokrat a Almanyayê, Referanduma serxwebûna Kurdistanê, Martin Schulz, Kurdistan, Almanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de