19:29 18 Cotmeh 2017
Zindî
    Rusya & NATO

    Stoltenberg: NATO şerê bi Rûsyayê re naxwaze

    © Sputnik/
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 8 0 0

    Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg, ragihand ku NATO şerekî bi Rûsyayê re naxwaze û got, ew dê pêwendiyên xwe li ser zemîneya ‘parastin û dîyalogê’ bi Rûsyayê berdewam bikin.

    Stoltenberg beşdarî civîna bi sernavê ‘Hevdîtinên Riminiyê' ya cemaeta xirîstiyanên katolîk li bajarê Rimini yê Îtalyayê bû.

    'RÛSYAYÊ BI HÊRSOKÎYA XWE ZIYAND GIHAND EWROPAYÊ'

    Stoltenberge di nirxandina xwe ya bo pêwendiyên digel Rûsyayê de, bi bîr xist ku Rûsya cîranê herî mezin ê NATOyê ye û wiha pê de çû: "NATO bi Rûsyayê re şer naxwaze. Li heyama şerê sar jî me gelekî hewil da ku bi Rûsyayê re partneriya stratejîk pêk bînin, lê belê Rûsyayê bi helwestên xwe yên hêrsokî ziyan da aramî û ewlekariya Ewropayê."

    'DÊ PÊWENDIYÊN BI RÛSYAYÊ RE LI SER DU ZEMÎNAN BERDEWAM BIKIN'

    Sekreterê Giştî yê NATOyê herwiha da zanîn ku dê NATO pêwendiyên xwe yên ligel Rûsyayê li ser du zemînên ‘parastin û dîyalogê' berdewam bike.

    Stoltenberg behsa têkoşîna dijî terorê û bi taybet têkbirina DAIŞê kir û got, ‘Ji xeynî xebatên siyasî, dîplomatîk û aborî ji bo têkbirina rêxistinên wekî DAIŞê pêwîstiya me bi hêza leşkerî jî heye. Divê em polîsê xwe û îstixbarata xwe bihêz bikin."

     

     

    Bi heman mijarî:

    Tirkiyê dayîna vîzeyê ji bo welatiyên Silêmaniyê sekinand
    Barzanî bo Ewropayê: ‘Pirsa referandûmê li ser hemû pirs û kêşeyên din e’
    Li Amerîkayê alarma êrîşê: Kuçeyên bajêr hatin girtin
    Rûsyayê hişyarîya bicihkirina moşekên ‘Îskender’ da Amerîkayê
    Tirkiye: Keşeyê ku Trump radestkirina wî xwestibû dîsa hat girtin
    Etîketan:
    Ewropa, NATO, rÛSYA
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de