23:08 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Sebastian Kurz

    Wezîrê ewropî: Erdogan wekî dîktatoran tevdigere

    © AP Photo/ Peter Dejong
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 4630

    Wezîrê Derve yê Avusturyayê Sebastian Kurz ragihand ku Serokomar Erdogan wekî dîktatoran tevdigere û welatê xwe xiste rêyeke şaş û talûke.

    Li gorî nûçeya Deutsche Welle ya Tirkî ku dispêre rojnameya Die Welta almanî, Wezîrê Derve yê Avusturyayê Sebastian Kurz dibêje: "Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan wekî dîktatoran tevdigere û welatê xwe xiste rêyeke şaş û talûke û helwesta wî ya li hemberî kêmar û kesên ku cuda difikirin nayê qebûlkirin."

    ‘EZ LI DIJÎ FIREHKIRINA YEKÎTIYA GUMRIKÊ ME'

    Sebastian Kurz di berdewamiya axaftina xwe de dibêje: "Ez li dijî firehbûna Yekîtiya Gumrikê ya navbera Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê me. Li Tirkiyeyê mafê însanî û nirxên demokratîk ên bingehîn têne binpêkirin. Erdogan wekî dîktatoran tevdigere."

    Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel jî gotibû ‘hikûmeta alman li dijî firehbûna Yekîtiya Gumrikê ya navbera Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê ye.

    Bi heman mijarî:

    Kurz: Em li hember kirinên Tirkiye û Erebistana Siûdî bêdeng namînin
    Kurz bangî Ewropayê kir: Muzakereyan bi Tirkiyeyê re rawestînin
    Avusturya: Tirkiye nikare bibe endamê Yekîtiya Ewropayê
    Avusturya sînorê xwe yê bi Almanyayê re naxwaze veke
    Avusturya ambargoya çekan ji bo Tirkiyê nîqaş dike
    Etîketan:
    Serokomarê Tirkiyeyê, Wezîrê Derve yê Avusturyayê, Recep Tayyip Erdoqan, Sebastian Kurz, Tirkiye, Avusturya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de