23:02 26 Îlon 2017
Zindî
    Sigmar Gabriel

    ‘Piştî nîqaşa min û Erdogan hinekan jina min tehdît kir'

    © REUTERS/ Axel Schmidt
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 2610

    Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê Sigmar GabrIel eşkere kir ku piştî minaqeşeya wî û Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, jina wî bi telefonê hatiye tehdîtkirin.

    Gabriel ji Ajansa Nûçeyan a Almanyayê DPAyê re axiviye û gotiye: "Diyar e ku awayê axiftina Erdogan hinekan ji bo acizkirin û bêhizûrkirina jina min motîve dike."

    Gabriel ji bo rojnameya Rheinpfalzê axivîbû û eşkere kir ku jina wî hekîma didanan e û hinekan ji bo telesekretera kargehe wê peyamên tehdîtkirinê dane tomarkirin.

    Gabriel wiha pê de çû: "Heke mezinên dewletê bi vî awayî tev bigerin hin kes jî dê vî mafî ji xwe re bibînin."

    Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê Gabrîelî daxwaz kiribû ku hemwelatiyê Almanya Peter Steudtner jî di nav de mafparêz, rojnameger Deniz Yucel û wergêr Meşale Tolu yên girtî serbest bimînin û gotibû ku "Polîtikayên wan ên derbarê Tirkiyeyê de biguherin".

    Bi heman mijarî:

    Li Almanyayê banga mueyîdeyan li ser malbata Erdogan pêk bînin hat kirin
    Erdogan: Em nahêlin dewleteke kurdî bê avakirin
    Erdogan: Dibe em bi Îranê re operasyoneka hevpar li dijî PKKê pêk bînin
    'Erdogan pîvan derbas kirin'
    'Erdogan bêbextiyan dike'
    Etîketan:
    tehdît, nîqaş, ajansa Nûçeyan a almanî DPAyê, Recep Tayyip Erdogan, Sigmar Gabriel, Almanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de