08:34 17 Cotmeh 2017
Zindî
    Polîs - Barcelona - Îspanya

    Çapameniya Spanyayê: Êrişkarê Barcelonayê hat zeftkirin

    © AFP 2017/ JAVIER SORIANO
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 4 0 0

    Li bajarê Barcelonayê di 17ê Tebaxê de êriş pêk hatibû û di encamê de jî 15 kes jiyana xwe ji dest dabûn. Çapameniya Spanyayê ragihand ku êrişkar hatiye girtin.

    Ajansa Reutersê diyar kir ku, polîsên Katalanê eşkerekirine ku gumanbar Younes Ebuyakub ji aliyê polîsan ve hatiye zeftkirin.

    Ji aliyê din ve radyoya Cadena ya spanyolî destnîşan kir kesekî ku êleka xwekuj li xwe kiriye ji aliyê polîsan ve hatiye kuştin. Lê di derbarê zeftkirina êrişkar de hêj ti daxuyanî nehatiye dayîn.

    Beriya niha hatibû ragihandin ku navê gumanbarê êrişî Ebuyakub e û ji bo zeftkirina êrişkar li seranserê Ewropayê operasyon hatibû destpêkirin.

    Bi heman mijarî:

    Êrişkarê Parisê hat zeftkirin
    'Êrişkarê Manchesterê ji ser Tirkiyeyê ve derbasî Brîtanyayê bûye'
    May: Polîs nasnameya êrişkarê Manchesterê dizane
    Welatîbûna êrişkarê St. Petersburgê ya Rûsyayê hat betalkirin
    Etîketan:
    zeftkirin, êrişkar, Reuters, Spanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de