17:25 19 Mijdar 2017
Zindî
    Rêzgirtin û yadkirina qurbaniyên êrîşa terorîstî ya li Barcelonayê

    Hahamê Barcelonayê bangewazî li cihûyên Ewropayê kir

    © AP Photo/ Manu Fernandez
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 54 0 0

    Piştî êrîşa terorê ya Barceloneyê ku 14 kesan jiyana xwe ji dest da, Hahamê Barcelonayê Bar-Hen bangewazî li cihûyên li Ewropayê kir ku vegerin Îsraîlê.

    Li gor nûçeya ajansa nûçeyan a Cihûyan JTAyê Haham Meir Bar-Hen wiha got: "Dixwazim vê ji cemaeta xwe re bibêjim: Qet nefikirin ku hûn dê heta hetayê li vê derê bimînin. Ez dibêjim, herin li Îsraîlê ji xwe re milk bistînin."

    Herwiha federasyona cihûyên Ewropayê piştgiriyê nade gotinên hahamê Barcelonayê û piştî êrîşa Barcelonayê bawerî û piştgiriya xwe ya bo Îspanya û hêzên ewlekariyê anîbû ziman.

    Di van salên dawî de ji xeynî Bar-hen hin rêberên cihûyan bangewaziyên bi wî rengî kiribûn.

    Serokwezîrê Îsralê Benyamîn Netanyahu jî piştî êrîşa ser marketa cihûyan ya li Parîsê ku di meha 1ê ya 2015an de rû dabû, bangewaziya vegera Îsraîlê li cihûyên koçber kiribû.

     

    Bi heman mijarî:

    Li Donbassê nêzî 3 hezar sivîlan can da
    Barzanî: PKK ne terorîst e, piştgiriyê dide referandûmê
    Li Hewlêrê ji bo referandûmê 53 navendên tomarkirina navan hatin vekirin
    Hêzên Pêşmerge 15 terorîstên ku ketibûn nav koçberan deşîfre kirin
    Li Stenbolê 2 DAIŞî hatin desteserkirin
    Li Amedê kesekî bi çakuçan êrişî peykerê Ataturk kir
    Etîketan:
    îsraîl, Ewropa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de