09:49 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Merasîma yadkirina qurbaniyên êrîşa Barcelonayê

    Êrîşa Barcelona: Hejmara kuştiyên êrîşa terorîstî gihîşt 14 kesan

    © REUTERS/ Sergio Perez
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 26 0 0

    Hat ragihandin, hejmara kuştiyên êrîşa terorîstî ya şeva borî ku li Barcelonaya Îspanyayê hatibû kirin û DAIŞê li xwe girtibû, gihîştiye 14 kesan.

    Servîsa Rewşên Lezgîn a Katalanî bi daxuyaniyekê ragihand ku piştî êrîşa li Las Ramblasê jineke ku di êrîşa duyemîn a Cambrilsê birînda bûbû, jiyana xwe ji dest daye û hejmara miriyên êrîşa terorîstî ya Barcelonayê gihîştiye 14 kesan.

    Piştî êrîşa Cambrilsê 5 kes ji aliyê polîsan ve hatibûn kuştin û di nav 7 kesên di pevçûna çekdarî de birîndar bûbûn de jî kesek ji wan polîs bû.x

    MERASÎMEK BO QURBANÎYAN HAT LIDARXISTIN

    Di merasîma yadkirina qurbanîyên êrîşa terorîstî de ku li meydana Katalunya hat lidarxistin, Qralê Îspanyayê Felipe û Serokwezîr Mariano Rajoy jî beşdarî kirin.

    Ji bo kesên di êrîşan de jiyana xwe ji dest dane, rawestîna rêzgirtinê hat kirin.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya wê helîkopterên Ka-32 îxracî Tirkiyeyê bike
    Şerê navbera YPGê û DAIŞê bi dijwarî didome: 21 kuştî
    Şaredara Baxlarê ku ji DBPê hatibû îxraçkirin: Ez bi nirxên partiya xwe ve girêdayî me
    Washîngton Post: Dibe Tirkiye têkeve kaosê
    Ji Rûsyayê bi serokatiya Novak heyetek tevlî fuara Îzmîrê dibe
    Milîtanan êrişî gundê Melhê kirin: Ji malbatekê 7 kes hatin kuştin
    HSD: Amerîka li Rojava baregeheke alternatîfa încîrlîkê ava dike
    Etîketan:
    Îspanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de