11:35 24 Îlon 2017
Zindî
    Polîsê Îspanî - Êrîşa Barcelonayê

    Wezîrê Katalanî: Dibe ku hejmara miriyan zêde bibe

    © AFP 2017/ PAU BARRENA
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 3101

    Wezîrê Navxweyî yê Katalonyayê Joaquim Forn Chiariello da xuyakirin ku di êrîşa bi mînîbusê ya Barcelonayê de dibe ku hejmara mirî û birîndaran zêdetir bibe.

    Wezîrê Katalanî diyar kir, hejmara kesên di êrîşê de bi giranî birîndar bûne zêde ne û ev jî dibe ku hejmara miriyan zêdetir bike.

    ‘10 JI WAN BI GIRANÎ 32 KES BIRÎNDAR BÛN'

    Polîsê Katalonyayê li ser encamên êrîşê ragihand, kesekî can daye, 10 ji wan bi giranî 32 kes birîndar bûne.

    Herwiha medya herêmî jî ragihandibû ku hejmara miriyan gihîştiye 13 kesan.

    Li ser medya civakî û televizyonan wêneyê êrîşkarê ku tê diyarkirin Cezayîrî ye hat belavkirin.

    ‘HEWLÊN BO RIZGARKIRINA KESÊN LI RESTORANÊ HATINE DÎLGIRTIN DIDOMIN'

    Li Barcelonayê mînîbuseke din a ku guman heye ji aliyê êrîşkaran ve hatiye bikaranîn jî hat dîtin.

    ​Li aliyê din hewlên polîsê Îspanyolî bo rizgarkirina kesên di restorana La Luna de Estambul a Tirkan de asê mane jî berdewam dike. Tê ragihandin ku di restoranê de 2 kesên çekdar hene.

     

    Bi heman mijarî:

    Stratejîstê Koşka Spî: Em û Çînê di nav şerekî aborî de ne
    Ji Sûriyê bo NYyê: Dawîyê li tawanên ser gel werînin
    ‘Wê PDK û Goran civînên berfireh pêk bînin’
    Êrîşa Barcelonayê: Herî kêm 2 kes mirin, 20 kes birîndar bûn
    Rûsya: Dê hewlên çareseriya leşkerî ya Koreya Bakur felaketê bîne
    Neteweyên Yekbûyî: Me negotiye referandûm neyasayî ye
    ‘Îşkence li keça min a 6 salî kirin’
    Etîketan:
    Îspanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de