14:26 22 Îlon 2017
Zindî
    Êrîşa mînîbusê ya li Barcelonayê

    Êrîşa Barcelonayê: Herî kêm 2 kes mirin, 20 kes birîndar bûn

    © AP Photo/ Oriol Duran
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 21 0 0

    Li bajarê Barcelona yê Îspanyayê mînîbusekê ajot ser qelebalixiya mirovan. Polîsê Barcelonayê li ser bûyerê ragihand ku êrîşeke terorê ye.

    Li paytexta Îspanya Barcelonayê mînîbusekê ajot ser qelebalixiya mirovan. Li gor zanyariyên dawî herî kêm 2 kesan jiyana xwe ji dest daye û 20 kes jî birîndar bûne.

    Cadena Ser Radioyê di nûçeya xwe de ragihand ku tevî ajokarê mînîbusê 13 kesan can daye.

    'ÊRÎŞA TERORÊ YE'

    Polîsê Barcelonayê ragihand ku bûyer êrîşeke terorî ye.

    Polîsê Barcelonayê daxwaz ji hemwelatiyên derdora bûyerê kir ku ji wê derê dûr bisekinin.

    Polîsê Barcelonayê herwiha ragihand ku êrîşkarê mînîbusê li barekê hatiye dorpêçandin û da xuyakirin, herî kêm 2 kesan jiyana xwe ji dest daye.

    ​Li ser hesabê twitterê yê polîsê Katalonyayê hatibû ragihandin ku ‘Kesekî bi mînîbusê li ser rêya La Rabla ya Barcelonayê' êrîş pêk anîye û gelek birîndar hene.

    'ÊRÎŞKAR GELEK KES LI NAV RESTORANEKÊ DÎL GIRTIN'

    Li gor nûçeya Reutersê êrîşkar piştî bûyerê ketiye nav restoranekê û li wir gelek kes dîl girtine û hewlên rizgarkirina wan kesan berdewam dikin.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: Dê hewlên çareseriya leşkerî ya Koreya Bakur felaketê bîne
    Neteweyên Yekbûyî: Me negotiye referandûm neyasayî ye
    ‘Îşkence li keça min a 6 salî kirin’
    McGurk li Reqayê bi YPGê re civîya
    Ramos, Messî dîn û har kir!
    Şanda Referandûma Kurdistanê şert danî ber Bexdayê
    Etîketan:
    Îspanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de