13:27 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Sigmar Gabriel

    Almanya: Hişyariyê me yên li dijî Tirkiyeyê bandora xwe nişan dide

    © REUTERS/ Fabrizio Bensch
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 37 0 0

    Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê Sigmar Gabriel ragihand ku helwesta me yê tund li dijî Tirkiyeyê, encamên xwe yên destpêkê nîşan daye û got: "Fişara aboriyê bandora xwe nîşan da."

    Sigmar Gabriel bersiv da pirsên rojnameya Kolner Stadt-Anzeiger û diyar kir ku fişara aboriyê ya bi ser Tirkiyeyê de bandora xwe nîşan dide.

    Li ser girtin çalakvanê mafên mirovan Peter Steudtner û welatiyên din ên Almanyayê, Wezareta Derve ya Almanyayê di 20ê Tîrmehê de hişyariya xwe ya li ser geştiyariya Tirkiyeyê tund kiribû û herwiha li ser veberhênenan li Tirkiye hişyarî dabû şîrketên Almanyayê.

    Baregeha Încîrlîkê
    © AFP 2017/ Tarık Tınazay
    'ŞIRKETÊN ALMANÎ BI ŞAŞÎ XISTINE LÎSTEYÊ'

    Gabriel bal kişande ser wê yekê, ku Tirkiye bi îdiaya "piştgirî didin terorê" 680 şîrketên Almanyayê xistibûn nav lîsteyekê û piştî hişyariyên Almanyayê, Tirkiye ew lîste paşve kişand û Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ragihandibû ku "şîrketên Almanyayê bi şaşî xistine nav lîsteyê."

    Herwiha Sigmar Gabriel aşkere kir, ku hişyariyên geştiyariyê arîşe derxistine holê û wiha pê de çû:

    "Hişyariyan pêşî xebatkarên hotêl û xwaringehên ku piranî geştiyarên Almanyayê diçin wan deran, mexdûr kirin. Tevî vê yekê divê em welatiyên xwe biparêzin. Em rê nadin Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan, welatiyên Almanyayê zindan bike."

    Bi heman mijarî:

    Tirkiyeyê destûr da Almanyayê
    ‘Adil Oksuz li Almanyayê daxwaza penaberiyê kir'
    Almanyayê bo mueyîdeyên li hemberî Rûsyayê, Amerîkayê hişyar kir
    Ji Almanyayê bo YEyê: Bergiriyên tund li hemberî polîtîkayên Erdogan bigrin
    Cîgirê Serokwezîrê Almanyayê: Li herêmê hevalbendê herî bi bawer Kurdistan e
    Almanya: Erdogan, qumarê bi têkiliyên sedsalane yên Tirkiye û Almanyayê dike
    Etîketan:
    têkilî, bandor, hişyarî, Rojnameya Kolner Stadt-Anzeiger, Sigmar Gabriel, Almanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de