17:41 17 Cotmeh 2017
Zindî
    Li Fransa / Parîsê dorûbera Îstasyona Gare Du Nord a trênê bergiriyên ewlekariyê

    Li Parîsê wesayît kete nava sivîlan: Yek mirî û 12 birîndar

    © AP Photo/ Thibault Camus
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 15 0 0

    Li bajarê Sept-Sorts ê Fransayê wesayît kete nava sivîlên dikana pîzayê, di qezayê de zarokekî jiyana xwe ji dest da û 12 sivîl jî birîndar bûn.

    Berdevkê Wezareta Navxweyî yê Fransayê Pierre-Henry Brandet di axaftina xwe ya televîsyona BFMê got: "Ajovanekî bi wesayîta xwe li banliyoyên Parîsê li herêma Sine-et-Marne kete nava sivîlên dika pîzayê."

    Li gorî şahidên bûyerê, ajovan bi zanebûn wesayîta xw ajote ser sivîlan paşî xwest derkeve lê nikaribû. Berpirsên ewlehî jî di daxuyaniya xwe de ragihandin ku ev ne êrişeke terorî ye, ajovan hefteyek berê hewldaye ku întîxar bike û pirsgirên wî yên rûhî hene.

    Ji aliyê din li gorî dozgeriyê jî ev êriş êrişeke plankirî bû, lê ne êrişeke terorî ye.

    Bi heman mijarî:

    Li Parîsê êrişa terorî: 2 jê giran 7 birîndar
    Amerîka ji Rêkeftina Parîsê ya Îqlîmê vedikişe
    Rawestgeha trêna Parîsê bi sedema ewlekariyê hat valakirin
    Mayîna gera duyem a Le Pen li Parîsê tê protestokirin
    Fransa: Em ji nehatina Pûtîn a Parîsê xemgîn in"
    Li Parîsê polêsan bi ser kampa penaberan de girtin
    Etîketan:
    Yek mirî û 12 birîndar, Li Parîsê qezaya trafîkê, Parîs, Fransa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de