23:09 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Almanya

    Jin û mêrekî alman ji bo ‘Azadiya Kurdistanê' kolan bi kolan digerin

    © AP Photo/ Michael Sohn
    Ewropa
    Lînkê kurt
    Abdulhakim Günaydın
    0 17010

    Jinemêr û pîremêrekî alman ku li bajarê Koln ê Almanyayê dijîn ji bo ‘Azadiya Kurdistanê' kolan bi kolan digerin.

    Li gorî wêneyekî ku li ser medya civakî ya Facebookê hatiye belavkirin, jinemêr û pîremêrekî alman ku li bajarê Koln ê Almanyayê dijîn kolan bi kolan digerin û afîşên ku ‘Azadî bo Kurdistanê' li ser nivîsandî bi dîwar û darên bajêr vedikin.

    Herwiha demek berê hinek ciwanên kurd ku li Almanyayê niştecihin, bi tîpên mezin trênek bi rengê kesk û sor û zer xemilandibûn û ‘Bijî Kurdistan'nivîsandibûn.

    Komîsyona Bilind a Referandumê bi serokatiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û bi tevlîbûna nûnerên partiyên din civiyabûn û ji bo di 25ê Îlona 2017an de referanduma serxwebûna Kurdistanê were lidarxistin biryar dabûn.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Ji ber referanduma serxwebûnê kurd ji bajêr têne derxistin
    Ji YNKê bo Amerîkayê: Referanduma serxwebûnê mafê rewa yê gelê kurd e
    Partiyên tirkmen jî piştevaniya referanduma serxwebûnê dikin
    Lijneya Bilind a Referanduma serxwebûnê ji bo biryarên nû dest bi civînê kir
    Konferansa referanduma serxwebûnê li Kongreya Amerîkayê dest pê dike
    Etîketan:
    Jinemêr û pîremêrê alman ji bo 'Azadiya Kurdistanê' kolan bi kolan digerin, Koln, Almanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de