06:41 19 Tebax 2017
Zindî
    Swêd

    Swêd: Ya baş em bihêlin bila Kurdistan û Iraq rêya xwe ji hev cuda bikin

    © REUTERS/ Bob Strong/File Photo
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 7410

    Hat ragihandin ku hejmareke parlamenterên Partiya Lîberal a Swêdê bi daxuyaniyeke hevbeş bang li hikûmeta xwe kirin ku piştgiriya referanduma serxwebûna Kurdistanê bike.

    Li gorî nûçeya malpera Rûdawê, hejmarek parlamenterên Partiya Lîberal a Swêdê di bin navê "Ya baş em bihêlin Iraq û Kurdistan rêya xwe cuda bikin" gotareke hevbeş amade kirin û ragihandin ku roja 25ê Îlonê hikûmeta Herêma Kurdistanê referandumekê li dar dixe. Di referandumê de ev pirs tê kirin, gelo hemwelatiyên herêmê hê jî dixwazin ser bi hikûmeta navendî ya Bexdayê bin an jî ser bi Kurdistaneke serbixwe bin. Ji bo me ya bingehîn mafê çarenivîsê ye. Divê em hemû bikarin derbarê paşeroja xwe de biryara xwe bidin. Em piştgirî didin mafê kurdan a diyarkirina çarenivîsa xwe.

    Di berdewamiya gotara hevbeş de hat destnîşankirin ku piştî hilweşandina desthilata Saddam Husên, ji 2003an heta niha ji bo avakirina aştî, aramî û hemahengiya gelên Iraqê gelek hewl hatine dayîn, lê bi belge eşkere bûye ku ev hewldan tev de vala derketine.

    ‘SOZA ME BI GELÊ KURD RE HEYE'

    Parlamenteran di berdewamiya gotara xwe de got: "Li gorî destûra Iraqê divêya di sala 2007ê de ji bo diyarkirina çarenivîsa herêmên kurdî yên li Kerkûk, Diyala, Selahadîn û Nînowayê giştpirsiyek bihata kirin. Herwiha di destûrê de hatiye bicîhkirin, ku divê ji sedî 17ê dahata welat bidin hikûmeta Herêma Kurdistanê, divê hikûmeta Iraqê Hêzên Pêşmerge bi fermî qebûl bike û weke beşê bakûr a Artêşa Iraqê binase û hikûmeta navendî xercên wan pêşwazî bike."

    Di dirêjiya gotara hevbeş de tê gotin: "Di sala 2010ê de weke lîberalan em beşdarî Lûtkeya Bahara Siyasî li Swêdê bûn û me biryar da ku piştgiriya Kurdistaneke serbixwe bikin, û ji bo wê kar bikin. Hevsoziyeke me yê dîrokî li gel gelê kurd heye. Lewma em bi erênî pêşwaziya giştpirsiyê dikin û li hêviya wê ne, ku li cîhanê dewletekî nû yê demokratîk were avakirin. Em dewleta serbixwe ya Kurdistanê nas dikin û daxwaz ji welatê xwe dikin ku ew jî bi erênî pêşwaziya vê biryarê bikin."

    Bi heman mijarî:

    Swêd ji bo pankarta Erdogan biryarek nû da
    Swêd derbarê mafên mirovan de rexneyên giran li Tirkiye kirin
    'Swêd bûye warê terorîstan'
    Piştî Swêd li Norwecê jî alarma terorê
    Swêd dibe ku rojnamegerê Kurd radestî Îranê bike
    Etîketan:
    Referanduma serxwebûna Kurdistanê, Partiya Lîberal a Swêdê, Kurdistan, Swêd
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de