12:19 26 Îlon 2017
Zindî
    Wezîrê Derve yê Almanyayê Sigmar Gabriel

    Gabriel: Em li bende ne ku Tirkiye helwesta xwe biguherîne

    © AP Photo/ Markus Schreiber
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 17 0 0

    Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê Sigmar Gabriel ragihand ku ji bo başbûna têkiliyên bi Tirkiyeyê re li benda guhertina helwesta Enqereyê ne. Gabriel, "Divê Tirkiye biryar xwe bide bê di kîjan rêyê re biçe an berê xwe bide Rojavaya ku azadiya fikre û ramanan, demokrasî û hiqûq hene an jî herêma Şarqê ku tije alozî û kriz in.

    Wezîrê Karên Derve Gabriel daxuyanî da çapameniya Almanyayê û li ser pirsa hûn bawer dikin di pêşerojê de Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan dê nerm tevbigere an ne got: "Helwesta Tirkiyeyê ji nedîve naguhere, lê hewldana derbeya leşkerî polîtîkaya Erdogan zêdetir veguhest."

    ‘JI BO DESTPÊKEKE NÛ DIVÊ ENQERE HELWELWESTA XWE BIGUHERÎNE'

    Gabriel destnîşan kir ku guhertin di helwesta Tirkiyeyê de di demeke nêz de nabîne û wiha pê de çû: "Em amadene deste xwe dirêjî Tirkiyeyê bikin, lê ji bo destpêkeke nû divê Enqere helwesta xwe biguherîne."

    Li ser pirsa geşadanên bi Tirkiyeyê re tê wateya bi dawîkirina muzakereyên endamtiya Tirkiyeyê ya bi Yekîtiya Ewropayê re (YE) an ne, Gabriel eşkere kir ku Tirkiye ev demeke dirêj e hewl dide bibe endamê YEyê lê rewşa niha ne li gorî nirxên Ewropayê ye.

    Gabriel got: "Divê Tirkiye biryar xwe bide bê di kîjan rêyê re biçe an berê xwe bide Rojavaya ku azadiya fikre û ramanan, demokrasî û hiqûq hene an jî herêma Şarqê ku tije alozî û kriz in."

    Bi heman mijarî:

    Ji Almanyayê bo YEyê: Bergiriyên tund li hemberî polîtîkayên Erdogan bigrin
    Almanyayê bo mueyîdeyên li hemberî Rûsyayê, Amerîkayê hişyar kir
    Li Almanyayê ji ber endambûna PKKê cezayê girtîgehê hat dayîn
    Îstîxbarata Almanyayê: Em Tirkiyeyê ne wek hevalbend, wek dijmin dibinin
    Termînala balafirgeheke li Almanyayê hat tehliyekirin
    Etîketan:
    helwest, guhertin, Sigmar Gabriel, Almanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de