13:52 26 Îlon 2017
Zindî
    Ramboyê Rûsî - Aleksandr Prohorenko

    Li Îtalyayê Peykerê ‘Ramboyê Rûsî’ hat danîn

    © REUTERS/ Facebook
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 12 0 0

    Li Îtalyayê ji bo leşkerê Rûsî Aleksandr Prohorenkoyê ku li dema operasyona rizgarkirina bajarê kevnar Palmîrayê di sala 2016an de jiyana xwe ji dest dabû, peyker hat çêkirin.

    Aleksandr Prohorenkoyê ku wek ‘Ramboyê Rûsî' nav daye, dê bi peykerê xwe yê li bajarê Vaglî Sotto yê Îtalyayê were jiyandin.

    Prohorenko li dema pevçûna bi terorîstên DAIŞê re ku hatibû dorpêçkirin, ji hevalên xwe yên leşker daxwaz kiribû wî bikujin û bi vê lehengiya xwe can dabû.

    Di bîrdariya ku ji bo Aleksandr Prohorenko hatiye danîn de lehengiya wî tê sembolîzekirin.

    Parêzgarê Vagli Sottoyê Mario Puglia pesnê polîtîkaya Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn a derbarê têkoşîna dijî DAIŞê de da û li danîna peykerê leşkerê Rûsî wiha axivî:

    "Ji bo me jiyanadina leşkerê Rûsî ku ji bo me canê xwe daye nêzîkbûneke dadwerane ye, lewra DAIŞ gefeke kurewî ye. Ev lehengên han ji bo nekeve destê DAIŞê kuştina bi destê hevalên xwe tercîh kir. Hemû dinya bi vê helwesta Prohorenko serbilind dibe."

    Bi heman mijarî:

    DAIŞê li sînorê Herêma Kurdistanê 'Wîlayetek' ava kir
    Sûriye bersiva biryara hilbijartina kurdan da: Berdêla wê gelekî baş dizanin
    Dimenên îşkenceya li gundiyê Şemzînanê!
    Belçîka: Em destûr nadin ku Tirkiye biryara referandûmê pêk bîne
    Barhilgirê 75 salî: Xeyalê min di pevçûnan de têk çûn û ‘ ti xeyalên min nema ne'
    McGurk: Li gorî me referandum ne fikreke baş e
    Etîketan:
    sûriye, Îtalya, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de