16:54 23 Tebax 2017
Zindî
    Almanya - Tirkiye

    Piraniya almanan piştgiriyê didine mueyideyên li hemberî Tirkiyê

    © AP Photo/ Franka Bruns
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 26 0 0

    Li gorî anketeke ku li Almanyayê hatiye çêkirin % 80 yê almanan weke bertek piştgiriyê didine mueyîdeyên Almanyayê li hemberî Tirkiyê. Dîsa % 5 kêmbûna rêjeya demokrasiya bipêşketî balê dikşîne.

    Li gorî anketa ‘Trenda Almanyayê' a ku ji terefê şirketa anketan a bi navê Infratest Dimap ve, bi beşdariya 4 hezar kesan ve hatiye amade kirin, %80 yê almanan dixwazin ku hikûmeta Almanyayê ji ber sedema ku aktîvîstên mafê mirovan hatine desteser kirin muyeyîdeyên darayî bixe dewrê. Ji hêla din ve derdoreke ku rêjeya wan %16 ye li hemberî vê yekê derket.

    Li gorî nûçeya Deutche Welle ya bi Tirkî, 5 tîrmehê li Giravamezin a Stenbola Tirkiyê di dema ku aktîvîst di civînekê de bûn, welatiyê Almanyayê û fêrmend Peter Steudtner jî di nav de 6 kes hatibûne desteserkirin û vê yeke kiribû ku bertekên tund bêne nîşan dan. Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê gotibû ku wê di polîtîkayên bi Tirkiyê re guhertin çê bibin û her wiha di vê mijarê de welatiyên xwe yên ku diçin û têne Tirkiyê hişyar kirin.

    ‘DEMOKRASIYA TIRKIYÊ METIRSÎDAR E'

    Di anketê de her wiha di mijara penaberan de hevpeymana Yekitiya Ewopa (YE) û Tirkiyê de jî pirs hatine kirin. Li gorî vê yekê bo ku Rêjeya wan kesên ku dibên bo ku Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel hevpeymana penaberan qezenc bikê divê her tiştî bike li gorî 5 meh berê 5 pûna kêm bûye û daketiye %45an. Rêjeya welatiyên alman ên ku li hemberî vê yeke dertên jî %47 e.

    Bi heman mijarî:

    Almanyayê bo mueyîdeyên li hemberî Rûsyayê, Amerîkayê hişyar kir
    Cîgirê Serokwezîrê Almanyayê: Li herêmê hevalbendê herî bi bawer Kurdistan e
    Almanya: Erdogan, qumarê bi têkiliyên sedsalane yên Tirkiye û Almanyayê dike
    Îstîxbarata Almanyayê: Em Tirkiyeyê ne wek hevalbend, wek dijmin dibinin
    Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê: Ji Erdogan bo axaftinê daxwaza fermî hat
    Etîketan:
    Piraniya almanan piştgiriya mueyîdeyên Tirkiyeyê dikin, Yekîtiya Ewropayê (YE), Angela Merkel, Tirkiye, Almanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de