21:52 23 Cotmeh 2017
Zindî
    PEGIDA, Dresden, Almanya

    Almanyayê bo mueyîdeyên li hemberî Rûsyayê, Amerîkayê hişyar kir

    © AP Photo/ Jens Meyer
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 18 0 0

    Wezareta Derva ya Almanyayê daxuyand ku mueyîdeyên nû yên li hemberî Rûsyayê, Îranê û Koreyê Bakur ku di Meclîsa Nûneran a Amerîkayê de hat erêkirin, divê nebine alavên polîtîkayên endustriyel û her wiha nebine piştgirî bo berjewendiyên Amerîkayê.

    Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Almanyayê Martin Schaefer bertek da Pêşnûmeya Mueyîdeyên nû yên li hemberî Rûsyayê, Îranê û Koreyê Bakur ku di Meclîsa Nûneran a Amerîkayê hat qebûlkirin.

    Schaefer got: "'Ev pêşnûme, ne tenê bo endustriya almanan endîşedar e. Mueyîdeyên li hemberî Rusyayê divê nebe alava polîtikayên endustriyel û parastina berjewendiyên Amerîkayê.

    DEMMER: DIVE ENDUSTRIYA EWROPAYÊ NEBE HEDEFA MUEYIDEYAN

    Berdevkê Hikûmeta Almanyayê Ulrike Demmer siyar kir ku, divê endustriya ewropayê nebe hedefa mueyideyên Amerîkayê. Serokê komîteya navnetewî ya odeya pîşesazî û danûstendina Almanyayê Volker Treier jî got ku ev pêşnûmeya mueyideyên nû yên Amerîkayê, dê di projeyên xeta xaza xwezayî a Rûsyayê bi tevkariya Almanyayê re astengî derxe û bi vê yekê zirarê bide hewildanên bi destxistina enerjiya biewletir.

    Di hilbijata doh a di Meclîsa Nûneran a Amerîkayê de pêşnûmeya mueyideya li hember Rûsyayê, Îranê û Koreya Bakur li hemberî 3 dengên ‘Na' bi 419 dengê hat erêkirin.

    Rêveberiya Amerikayê ku Donald Trump serokatiyê dike bo mueyideyan sist bike an jî rake divê erêkirina Kongreyê bistîne. Ger pêşnûme di senatoyê bê pejirandin bo erêkirinê serok Trump bi şûn ve dê bê şandin.

    Bi heman mijarî:

    Sekreterê NATOyê daxwaza berdewamiya mueyîdeyên li ser Rûsyayê kir
    Hin şirketên amerîkî ji mueyîdeyên li ser Rûsyayê aciz in
    Rûsya, maweyê mueyîdeyên Amerîka û welatên ewropî dirêj kir
    Şirketa berê ya Tillersonî ExxonMobil ji mueyîdeyên Rûsyayê aciz e
    Pûtîn: Welatên Rojava ji ber mueyîdeyên xwe zerarê dîtin
    Etîketan:
    hişyarî, mueyîde, Almanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de