13:35 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Federica Mogherini

    Ewropayê 3 şert danîn ber Tirkiyê

    © REUTERS/ Francois Lenoir
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 191 0 0

    Nûnera Blind a Polîtîkaya Derve ya Yekîtîya Ewropayê (YE) Federica Mogherini piştî Civîna Tirkiye-YE ya Dîyaloga Bilind a Siyasî civîneke rojnamevanî li dar xist.

    Nûnera Biland a Polîtîkaya Derve ya Yekîtîya Ewropayê (YE) Federica Mogherini û Serokê Komîsyona YEyê yê ji Berfirehbûnê berpirsiyar Johannes Hahn, bi Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu û Wezirê Berpirsê Yekîtiya Ewropayê Omer Çelîk re li Brukselê civiyan.

    'EMÊ BI TIRKIYEKE XWEDÎ EWLEHÎ, ABORIYA ZINDÎ Û DEMOKRATÎK RE KAR BIKIN'

    Mogherini piştî civînê di civîneke rojnamevanî de, bal kişand ser metirsiya ji bo girtina rojanemvanan û parêzvanên mafên mirovan li Tirkiyê û li ser berdewama hevkarî û endamtiya Tirkiyê bo YEyê got ku ew niyeta xwe ya "Bi Tirkiyeyeke bi ewlehî, di warê aborî de zindî û demokratîk re' xebatê berdewam bikin.

    'TIRKIYE LI MAFÊN MIROVAN VENEGERE, WÊ PÊWENDÎ PÊŞ NEKEVIN'

    Serokê Komîsyona YEyê yê ji Berfirehbûnê berpirsiyar Johannes Hahn jî da zanîn ku Tirkiyê ji 72 şertan 5 jê bi cî neanîne û li ser girtina rojnamevan, nivîskar, akademîsyen, hiqûqnas û parêzvanên mafên mirovan diyar kir, ew ji wê ‘gelekî metirsdar in'.

    Hahn bal kişand ser serdestiya hiqûqê di dadgehkirinê de û destnîşan kir, heke Tirkiye li mafên mirovan venegere, dê pêwendiyên wan pêş nekevin.

     

    Bi heman mijarî:

    Balafirên şer ên tirk li dijî baregehên PKKê operasyon pêk anîn
    Êrişa DAIŞê hat şkandin: Fermandar jî di nav de 19 DAIŞî hatin kuştin
    Hikûmeta Iraqê: Emîrê Dîwana Eşîran hat girtin
    Rêberê Şîayên Iraqê partiyeke nû damezirand
    Zaxarova: Îdiayên ‘Rûsya Talîbanê biçek dike’ dezenformasyon e
    'Plana avakirina Şingalê hat danîn'
    Ebadî: Referandûma serxwebûna Kurdistanê nerewa ye
    Etîketan:
    Tirkiye, Ewropa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de