09:54 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Almanya Maliye Bakanı Wolfgang Schaeuble

    Almanya: Erdogan, qumarê bi têkiliyên sedsalane yên Tirkiye û Almanyayê dike

    © AFP 2017/ Odd ANDERSEN
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 28 0 0

    Wezîrê Darayî yê Almanyayê Wolfgang Schaeuble ragihand ku Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, qumarê bi têkiliyên sedsalane yên Tirkiye û Almanyayê dike.

    Schaeuble di daxuyaniya xwe yê ku di rojnameya Bildê ya almanî de got: "Erdogan hevkariya sedsalane dixe xetereyê. Heyfa vê yeke, lewre gelek tiştên ku me bi hev re girê didin hene. Lê em destûra ku ji me re şantajê were kirin nadin."

    Almanya daxwaza berdana 6 aktîvîstên mafên mirovan ku yek ji wan hemwelatiyê Almanyayê û li Tirkiye girtîne dike, herwiha aloziya di navbera Tirkiye û Almanyayê de jî dewam dike.

    Sekreterê Serokwezîra Almnayayê Angela Merkel, Peter Altmeier jî doh ragihandibû ku helwesta Tirkiyeyê nayê qebûlkirin. Almanya xwediyê mafê ku welatiyên xwe li welateke din biparêze.

    Bi heman mijarî:

    Almanya: Em ê têkiliyên xwe yên aborî bi Tirkiyeyê re ji ber çevan re derbas bikin
    Almanya bangî balyozê tirk kir
    Serokomarê Almanya: Kesên ku bi salan Erdogan re xebitîn an girtîne an jî nikarin biaxivin
    Almanya welatiyên xwe yên li Tirkiyeyê hişyar kirin
    Almanya daxwaza mîqtarên rastîn ya pernameya çekên kimyewî ji Şamê kir
    Etîketan:
    hevkarî, têkilî, qumar, Wolfgang Schaeuble, Almanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de