23:11 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Sebastian Kurz

    Kurz bangî Ewropayê kir: Muzakereyan bi Tirkiyeyê re rawestînin

    © AP Photo/ Steffi Loos
    Ewropa
    Lînkê kurt
    26710

    Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Sebastian Kurz di axaftina xwe de bangî Yekîtiya Ewropayê kir û ragihand ku bila muzakere bi Tirkiyeyê re werin rawestandin.

    Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Sebastian Kurz di hevpeyvîna xwe ya rojnameya Welt am Sonntagê de got: "Li Tirkiyeyê girtina aktîvîstê mafê mirov ê alman Peter Steudtner û rojnamevan Deniz Yucel mijareke kêfî ye û ev me dixe metirsiyê."

    Sebastian Kurz di berdewamiya axaftina xwe de got: "Nirxandinên ku her diçe ji hêla siyasî ve Tirkiye ji Yekîtiya Ewropayê dûr dikeve îspat dibin. Ez daxuyaniya Serokomarê Almanyayê Frank-Walter Steinmeier û Wezîrê Derve Sigmar Gabriel ya li hemberî Tirkiyeyê bi kêfxweşî pêşwazî dikim."

    Li gorî nûçeya Deutsche Welle ya Tirkî Sebastian Kurz di hevpeyvîna xwe de bangî Yekîtiya Ewropayê kir û ragihand ku bila muzakere bi Tirkiyeyê re werin rawestandin û got: "Ez ê hemû hêza xwe ji bo bi kar bînim."

    Bi heman mijarî:

    Avusturyayê serdana wezîrê tirk bo welatê xwe qedexe kir
    Wezîrê Avusturyayê: Referanduma Tirkiyeyê welatekî perçebûyî çêkir
    Ji NATOye bo Tirkiye û Avusturyayê banga çareseriyê
    Serokwezîrê Avusturyayê ji bo Tirkiyeyê: Ez ê hewildaneke wisa asteng bikim
    Wezîrê Avusturyayê: "Bila kampanyayên biyaniyan ê hilbijartinê werin qedexekirin"
    Etîketan:
    Yekîtiya Ewropayê (YE), Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê, Sebastian Kurz, Tirkiye, Avusturya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de