10:19 20 Îlon 2017
Zindî
    Almanya Dışişleri Bakanı Frank-Walter Steinmeier, TBMM'de

    Serokomarê Almanya: Kesên ku bi salan Erdogan re xebitîn an girtîne an jî nikarin biaxivin

    © REUTERS/ Stringer
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 56 0 0

    Serokomarê Almanyayê Frank- Walter Steinmeier ji televîzyona ZDFê re axivî û ragihand ku piştgirî dide sepandinên li hemberî Tirkiyeyê ya hikûmeta Almanyayê.

    Li gorî ragihandina DW tirkî Steinmeier, Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan rexne kir û got: "Kesên ku bi salane bi partî û pêre dixebitin an girtî ne an jî nikarin deve xwe vekin. Em vê yekê qebûl nakin. Li hemberî vê yekê divê bi zelalî em bibêjin bisekine, ev yek ji bo rêzdariya welatê me girîng e."

    Steinmeier diyar kir ku nameya vekirî bo tirkên li Almanya yê Wezîrê Karên Derve yê Almanyê Sigmar Gabriel, bi kêfxweşî pêşvazî kiriye û wiha pê de çû: "Bi rastî ev yek tiştek nexweşe, le daxuyaniyeke ji bo hemwelatiyê me yên ku bi eslê xwe tirkên hewce bû."

    Doh nameya Gabriel ku ji bo hemwelatiyên Almanyayê ku bi eslê xwe tirkên nivîsandibû di rojnameya Bildê de hatibû weşandin. Gabriel di nameya xwe de gotibû: "Ji ber hemwelatiyên alman ku li Tirkiyeyê hatin girtin, neçar mane polîtîkayên nû li hemberî Tirkiyeyê bidin meşandin. Em herdem piştgiriya têkiliyên baş bi Tirkiyeyê re kiriye; lewre têkliyên baş di navbera Almanya û Tirkiyeyê de bo me gelek girîng e."

    Bi heman mijarî:

    Almanya: Ji bo her kesê alman ku serdana Tirkiyeyê bike risk heye
    Almanya bangî balyozê tirk kir
    Almanya daxwaza mîqtarên rastîn ya pernameya çekên kimyewî ji Şamê kir
    Almanya welatiyên xwe yên li Tirkiyeyê hişyar kirin
    Erdogan: Almanya bi destûrnedayîna axaftina min xwe dikuje
    Etîketan:
    name, girtî, xebat, Recep Tayyip Erdogan, Frank-Walter Steinmeier, Almanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de