09:51 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Artêşa Tirkiyê dixwaze dest bi şer bike

    Li Almanyayê ji ber endambûna PKKê cezayê girtîgehê hat dayîn

    © REUTERS/
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 10605

    Li Almanyayê ji bo kesê navê Zekî Erogul yê bi nasnava ‘Siyar’ bi hinceta endamtîya Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) 2 sal û 9 meh cezayê girtîgehê hat dayîn.

    Di biryara Dadgeha Eyaletê ya Hamburgê de, ji bo Zekî Erogluyê 37 salî ye û 2 sal û 9 meh ceza lê hatiye birîn, hat gotin ku ji Adara 2013an heta Tebaxa 2014an li herêmên Darmstadt, Berlîn û Munîhê berpirstîya PKKê kiriye.

    Serokê Dadgehê Norbert Sakuth diyar kir ku ji ber nebûna tawaneke din li ser Eroglu cezayê wî hatiye sivikkirin, lê ji ber ku PKK rêxistineke gelekî xeter e jî ceza lê hatiye birîn.

    Hat zanîn ku Eroglu berîya vî cezayî li Almanyayê ti cezayekî dadgehê nestandiye.

     

     

    Bi heman mijarî:

    'Lîstikên Amerîkayê bi milîtanan re li Sûriyeyê dê encamên ne diyar derxe holê'
    Berdevkê Qesra Spî Sean Spicer îstîfa kir
    Tillerson di derbarê dorpêçiya li ser Qeterê de axivî
    Li Qudsê bûyer derket: 3 kes hatin kuştin
    Li Amedê qedexeya derketina derve hat ragihandin
    Parlamenteriya Faysal Sariyildiz tê betalkirin
    Lavrov: Dibe Pûtîn û Trump bi hev re çûne destavê
    Etîketan:
    Almanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de