05:44 23 Cotmeh 2017
Zindî
    Almanya û Tirkiye

    Îstîxbarata Almanyayê: Em Tirkiyeyê ne wek hevalbend, wek dijmin dibinin

    © REUTERS/ Vincent Kessler
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 7430

    Serokê Rêxistina Îstîxbarata Navxweyî yê Almanyayê Hans George Maassen ragihand ku, ‘Tirkiyeyê ne wek hevalbend, wek dijmin dibinin.'

    Li gorî nûçeya Odatv ku li Tirkiyeyê weşanê dike û zanyariyên xwe sipartine kovara Spiegelê Serokê Teşkîlata Parastina Mekeqanûnê (BfV) û Îstîxbarata Navxweyî yê Almanyayê Hans Georg Maassen eşkere kiriye ku çalakiyên îstîxbaratiyê li Almanyayê ya Tirkiyeyê ji sînorê çalakiyên îstîxbaratî yên welatê hevalbend derbas kiriye.

    ‘JI BER ÇALAKIYÊN LI ALMANYAYÊ'

    Maassen got: "Piştî pêvajoya hewldana derbeya leşkerî havîna borî, Tirkiyeyê ne wek hevalbend, ji ber çalakiyên li Almanyayê wek dijmin dibinin." Maassen eşkere kir ku bandora tirkên li Almanyayê divê yeke de heye, çalakiyên îstîxbarata tirk li Almanyayê sînorên qanûnan derbas kiriye.

    ‘DI DESTÊ ME DE AGAHÎ HENE'

    Maassen, di daxuyaniya xwe yê ligel rojnameya 'Neue Osnabrucker Zeitung' de diyar kiribû ku di deste wan de delîlên ku hikûmeta Tirkiyeyê dixwaze bandorê tirkên li Almanyayê bike hene û wiha pê de çû: "Enqere ne tenê li dijî alîgirên Fetullah Gulen li dijî kesên ku li hemberî Erdogan derdikevin jî hewldanên wan hene."

    ‘LI DIJÎ QANÛNÊN ALMANYAYÊ YE'

    Maassen, destnîşan kir ku Saziya Îxtîxbarata Milî (MIT) sînorê çalakiyên sîxuriyê derbas dike û got: "Me di paşerojê de tecrübe kir ku îstîxbarata tirk li dijî kesan agahiyên îstîxbaratî dicivîne û qanûnên Almanyayê binpê dikin."

    Bi heman mijarî:

    Almanya bangî balyozê tirk kir
    Almanya daxwaza mîqtarên rastîn ya pernameya çekên kimyewî ji Şamê kir
    Almanya welatiyên xwe yên li Tirkiyeyê hişyar kirin
    Erdogan: Almanya bi destûrnedayîna axaftina min xwe dikuje
    Almanya: Ji bo her kesê alman ku serdana Tirkiyeyê bike risk heye
    Dîroka vekişandina Almanya ji Încîrlîkê diyar bû
    Etîketan:
    dijmin, hevalbend, îstîxbarat, Odatv, Hans-Georg Maassen, Almanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de