08:32 17 Cotmeh 2017
Zindî
    Wezîrê Derve yê Almanyayê Sigmar Gabriel

    Almanya: Em ê têkiliyên xwe yên aborî bi Tirkiyeyê re ji ber çevan re derbas bikin

    © AP Photo/ Markus Schreiber
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 2120

    Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê Sigmar Gabriel roja pêncşemê ji rojnamavanan ra ragihand Berlîn siyaseta ekonomîk li hemberî Enqereyê, bernameyên krediyan û yên vêberhênanê ji ber sedema girtina parêzvanên mafên mirovan li Tirkiyreyê vedinêre.

    Wezîrê Almanyayê got: "Pêwîste em vê gavê binêrin ka siyaseta me li hember Tirkiyeyê ku rewşa wê dijwar buye, çawa bê guhertin. Ez li vir xalên din dibinim: Ya yekemîn ji kesî re gerek pêşniyara veberhênanê li welatê ku ewlehiya hiqûqî lê tune ne ye kirin. Ez derfetan nabînim ku em wek hikûmeteke federalî ji îro û şûnde vêberhênanên xwe di aoriya Tirkiyeyê garantî bikin û dema gefên biryarên bi motîfên siyasî li wan têne kirin. Pêwîste bê nîqaşkirin ka çawa pêwendiyên aboriyê pêşbixin. Em çawa pirsa krêzdiyan û alîkariya aboriyê çareser bikin."

    Li gor gotnên Gabriyel di heftiya pêşmede hikûmeta federal tevdîrên ku hatine destnîşankirin û rêzek tevdîrên din nîqaş bikin. Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê diyarkir ku Berlin careke din bang li Enqerê kir ku vegere dîaloga real ya nirxên Ewropayê`. Wezîr wiha pê de çû: "Em daxweziya serbest berdana Pêter Ştoydner, Deniz Yucel dikin. Herwiha astengiya konsulosxaneyê ku serdana wan welatiyan û welatiyên din yên Almanyayê, ku bi sûcên siyasî tên tawanbarkirin, bike."

    Bi heman mijarî:

    Almanya bangî balyozê tirk kir
    Almanya daxwaza mîqtarên rastîn ya pernameya çekên kimyewî ji Şamê kir
    Almanya welatiyên xwe yên li Tirkiyeyê hişyar kirin
    Der Spiegel: "Almanya dest bi vekişandina Încîrlîkê dike
    Erdogan: Almanya bi destûrnedayîna axaftina min xwe dikuje
    Etîketan:
    aborî, têkilî, Sigmar Gabriel, Almanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de