03:11 23 Îlon 2017
Zindî
    Sigmar Gabriel

    Almanya: Ji bo her kesê alman ku serdana Tirkiyeyê bike risk heye

    © REUTERS/ Fabrizio Bensch
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 21 0 0

    Wezîrê Derve yê Almanyayê Sigmar Gabriel di axaftina xwe de ragihand ku me gelek tehemula Tirkiyeyê kişand û ev ne hêsan e.

    Wezîrê Derve yê Almanyayê Sigmar Gabriel di axaftina xwe de got: "Me gelek tehemula Tirkiyeyê kişand û ev ne hêsan e. Lê êdî divê em polîtîkaya xwe ya Tirkiyeyê biguherînin. Em jî dixwazin bi Tirkiyeyê re têkiliyên xwe baş bikin, lê wek tê zanîn tango bi du kesan tê lîstin."

    Sigmar Gabriel di berdewamiya axaftina xwe de got: "Tirkiye ne tenê ji nirxên ewropayî dûr dikeve, ji nirxên NATOyê jî dûr dibe. Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel jî di van gotinên min de wek min difikire. Welatekî ku ewlehiya hiqûqî lê tinebe ji bo veberhênanê em nikarin qewitiyê li ti kesî bikin. Ji hişyariya seyehatê pê ve ti çareyeke me din tineye. Ji bo her kesê alman ku serdana Tirkiyeyê bike risk heye."

    Wezîrê alman Gabriel dema civîna çapemenî li dar dixist Wezareta Derve ya Almanyayê ji bo hemwelatiyên xwe ku serdana Tirkiyeyê bikin hişyariyeke seyehatê belav kir.

    Bi heman mijarî:

    Wezîrê alman Gabriel: Em ji Tirkiyeyê re destûra vî tiştî nadin
    Wezîrê alman Gabriel û Barzanî li Pîrmamê hevdîtinekê pêk tînin
    Wezîrê Derve yê Almanyayê Gabriel li Hewlêrê ye
    Wezîrê Derve yê Almanyayê Gabriel di rojnameya Cumhuriyetê de gotarek nivîsand
    Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê Gabriel: Tirkiye soza xwe negirt
    Etîketan:
    Wezîrê Derve yê Almanyayê, Sigmar Gabriel, Tirkiye, Almanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de