05:36 25 Îlon 2017
Zindî
    Angela Merkel

    Merkel: Ji bo Konyayê em qet tawîzê nadin

    © REUTERS/ Fabrizio Bensch
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 7710

    Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel di axaftina xwe de ji bo serdana parlamenterên alman bo Konyaya Tirkiyeyê ragihand ku em qet tawîzê nadin.

    Li gorî nûçeya Deutsche Welleyê Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel di axaftina xwe ya televîzyona ARDê de ragihand ku parlamenterên alman ji bo serdana baregeha leşkerî ya NATOyê li Konyayê bi îsrar in. Merkel di bersivdayîna ‘bi Enqereyê re bazarên siyasî têne kirin an na' de got: "Mijara serdana parlamenterên alman bo baregeha leşkerî ya NATOyê li Konyayê ne cihê bazarê ye. Êdî ev mijar canê mirov aciz dike. Em serdana parlamenteran tevlî mijarên din nakin."

    Tirkiye ji bo gengeşiya navbera herdu welatan serdana parlamenterên alman bo baregeha leşkerî ya NATOyê ne pejirandibû. Hikûmeta Almanyayê jî di serdana Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan a Zîrweya G20ê ya Hamburgê de destûra axaftinê nedabû.

    Merkel di berdewamiya axaftina xwe de got: "Ji bo serdana mafê parlamenterên alman a Konyayê em nikarin tavîzê bidin. Haya min ji daxwazên Tirkiyeyê tunene bê çi xwestiye an jî dixwaze bazarên siyasî bike. Heke daxwazeke wiha were jî bi zimanekî eşkere em ê red bikin."

    Bi heman mijarî:

    Zîrweya G20ê dest pê kir. Merkel pêşwaziya serokan dike
    Mîrê Qetarê el Sanî ji bo çareseriya krîzê bi Merkel re axivî
    Serokomarê Misrê Sîsî li Almanyayê bi Merkel re hevdîtin pêk anî
    Angela Merkel piştî biryara Încirlikê daxuyanî da
    Merkel: Divê qedera me di destê me de be
    Berdevkê Serokwezîrtiya Almanyayê : Baweriya Merkel bi Amerîkayê tuneye
    Etîketan:
    Baregeha leşkerî ya NATOyê li Konyayê, NATO, Serokwezîra Almanyayê, Angela Merkel, Tirkiye, Almanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de