17:37 21 Tîrmeh 2017
Zindî
    Recep Tayyip Erdogan û Jean-Claude Juncker

    Serokê Komîsyona Ewropayê: Îdam were, deriyê YEyê li ber Tirkiyê tê girtin

    © REUTERS/ Francois Lenoir
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 4620

    Serokê Komîsyona Ewropayê Jean-Claude Juncker di nivîsara xwe ya li ser Tirkiyê de got, ‘Heke îdam were, dê deriyê Yekîtîya Ewropayê (YE) bê girtin.’

    Juncker di nivîsa xwe ya ku ji bo rojnameya Bild a Almanî nivîsandiye de, bal kişand ser ku hîn jî Tirkiye ji bo YEyê welatekî girîng e û ew dixwazin ji hêla demokrasî, aborî û aramiyê ve serkeftî be.

    Juncker behsa nirxên YEyê kir û li ser anîna cezayê îdamê ku Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan dibêje, ‘heke pêşnîyar qanûn were ber destê min ezê pesend bikim' got, ev tê wê wateyê ku Enqere derîyê ketina YEyê li ber xwe bigire.

    Serokê Komîsyona Ewropayê bi bîr xist ku di meha gulanê de bi Erdogan re hatiye ba hev û wê demê wî çavderiya Erdogan kiriye ku dixwaze nêzî Yekîtiya Ewropayê bibe.

    Serokomarê Tirkiyê Erdogan di mîtinga salvegera 15ê Tîrmehê ya Stenbolê de, sînyala wê yekê dabû ku dibe cezayê îdamê ji nû ve were sepandin.

     

    Bi heman mijarî:

    2 hêzên li Sûriyê li Idlibê bi hev ketin
    Erdogan: Navê dijminan bêjim, emê rûbirûyî krîzeke gelekî cidî ya navnetewî bibin
    Pêşmergeyê dîl bi guhertina emîrê DAIŞê hat rizgarkirin
    Pûtîn sirrê serokê baş eşkere kir
    Dema Erdogan dipeyivî Drone ket: 7 kes birîndar bûn
    Etîketan:
    Juncker, Erdogan, Ewropa, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de