00:48 21 Cotmeh 2017
Zindî
    Çekên kimyewî

    Almanya daxwaza mîqtarên rastîn ya pernameya çekên kimyewî ji Şamê kir

    © AFP 2017/ PHILIPP GUELLAND
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 6 0 0

    Wezîrê Karên Derva yê Almaniya Sigmar Gabriel ragihand ku divê hikûmeta Sûriyeyê mîqtara rastîn a bernameya xwe yê çekên kimyewî bike û di wî warî de hevkariyê bi Rêxistina Qedexekirina Çekên Kimyewî re (OPCW) bike.

    Wezîrê Karên Derva yê Almaniya Sigmar Gabriel got: `Rejîma Beşar Esad divê bernameya xwe ya çekên kimyewî zelal bike û bi wê ve girêdayî hevkariyê bi Rêxistina Qedexekirina Çekên Kimyewî re bike. Pêwîste em her tiştî bikin kû berpirseyarên pêkanîna êrîşên kimyewî yên van demên dawî bêne darizandin."

    Dijberiya Sûriyeyê roja 4ê Nîsanê ragihand kû li bajarê Xan Şeyxunê li parêzgeha Îdlibê çekên kîmyawî hatine bikaranîn û di encamê de jî 80 kes mirine û 200 kes jî birîndar bûne. Dijberiyê hêzên rêjîmê bi bikaranîna çekên kîmyawî tewanbarkir. Hikumeta Sûriyeyê tewanên dijberiyê redkir û berpirsiyartî kire stûyê çekdaran û alîgirên wan. Hikumeta Sûriyerê ragihand kû wan ti caran ne li hember sivîlan û ne jî li hember çekdaran çekên kimyawî bikarneaniye, ji ber ku cebilxane bi giştî di bin çavdêriya Rêxistina Navnetewî ya Qedexekirina Çekên Kîmyawî ji walêt hatibu derxistin.

    Di dawiya meha hezîranê mîsyona Rêxistina Qedexekirina Çekên Kimyawî bikaranîna çekên kîmyawî li Sûriyeyê piştrastkiribu, hate ragihandin kû di despêka meha nîsanê li walêt xaza zarîn hatiye bikaranîn. Amerîkayê banga lêkolînkirina bûyerê piştgoh kiribu û bin hinceta çeken kimyewî hatiye bikaranîn şeva 7ê Nîsanê 59 moşek avêtibû baregeha Şayratê.

    Bi heman mijarî:

    ‘Amadehiya provokasyona çekên kimyewî li Derayê tê kirin'
    ‘DAIŞê dîsa bi çekên kimyewî êriş kir'
    Trump: Divê em nehêlin ku Îran bibe xwedî çekên kimyewî
    'DAIŞ hucreyên çekên kimyewî ava dike'
    ‘DAIŞ li Mûsilê 8 caran çekên kimyewî bi kar anî'
    Rûsya-Îran-Rêxistina Qedexekirina Çekên Kimyewî
    Etîketan:
    kimyewî, çek, mîqtar, Sigmar Gabriel, Almanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de