03:59 23 Hezîran 2018
Parlamentoya Ewropayê

Berdevkê Komîsyona Ewropa: Ez ê banga piştgiriya serxwebûna Kurdistanê bikim

© REUTERS / Vincent Kessler
Ewropa
Lînkê kurt
0 20

Parlamenterê brîtanî û Berdevkê Komîsyona Têkiliyên Derve yê Parlamentoya Ewropayê Charles Tannock ragihand ku heke di referandumê de dengê erê derkeve ez ê banga piştgiriya serxwebûnê bikim.

Parlamenterê brîtanî û Berdevkê Komîsyona Têkiliyên Derve yê Parlamentoya Ewropayê Charles Tannock ragihand ku heke di referandumê de dengê erê derkeve ez ê banga piştgiriya serxwebûnê bikim. Li gorî baweriya min herkes dizane ku kurd hêjayê dewleta serbixwe ne.

Li gorî nûçeya malpera Rûdawê Charles Tannock di gotara xwe ya kanalê de got: "Hêvîdar im ku heke welatên Ewropayê piştgirî nedin serxwebûna Kurdistanê jî herî kêm bê alî bin. Ez wesa nabînim, ku ti dewletên Yekîtiya Ewropayê li dijî hizra serxwebûna Kurdistanê bin. Kes nabêje kurd ne hêjayê dewleta serbixwe ne. Bi taybetî jî di vê demê de ku ji bo têkbirina DAIŞê karekî pir baş kirine."

‘KURDAN DOSTÊN BAŞ JI XWE RE PEYDE ÇÊKIRINE'

Tannock di berdewamiya axaftina xwe de got: "Di rewşa dewleta serbixwe de dibe astengî li pêşiya kurdan derbikeve. Li kêleka vê yeke, lê li Parlamentoya Ewropayê, li Amerîka û Kongreya Amerîkayê dostên wan ên baş hene. Pêşmerge azatî û lehengiyeke mezin kiriye. Barzanî di gotara ya parlamentoyê ya li hemberî siyaseta Iraqê bersivên baş dan. Gotareke bi hêz û baş pêşkeş kir. Ew kesekî xwedan şiyan û serkirdeyekî kêrhatî ye. Şandeke mezin alîkariya wî dike ku di nava wan de parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm jî heye."

Parlamenterê brîtanî di dawiya hevpeyvîna xwe de got: "Di roja referandûmê de eger encam erê be, yekemîn kes ez dibim ku piştevanê wan bim. Ez dê bêjim derfetê bidin bila kurd serbixwe bin."

Bi heman mijarî:

Nûnerê Êzidîyan ê Şandeya Referandûmê: Barzanî her tişt eşkere ji wan re got
Barzanî li Parlamena Ewropayê axivî û ji bo hemû pêkhateyan soz da
Barzanî: Nêrîna Belçîkayê ji bo referanduma serxwebûnê pir erênî ye
Barzanî ji bo referandûma serxwebûnê li Ewropayê ye
Barzanî: Referandûm derfeteke bo Kurdistanê
Barzanî û Tillerson îro li Stenbolê tevlî Kongreya Petrol a Cihanê dibin
Barzanî: Piştî serxwebûnê 'em garantîyeke temam didin'
Etîketan:
Serokê Herêma Kurdistanê, Parlamenterê brîtanî û Berdevkê Komîsyona Têkiliyên Derve yê Parlamentoya Ewropayê, Mesûd Barzanî, Charles Tannock, Kurdistan, Ewropa
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de