02:03 22 Cotmeh 2017
Zindî
    Leşkerê Tirkiyeyê

    Rojnameya holandî: MÎTê li Laheyê li hemberî kurdan ‘lîsteya mirinê' amade kiriye

    © AFP 2017/ Ozan Köse
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 64 0 0

    Rojnameya De Telegraff a li Hollandayê diyar kir ku navenda kontrola fermanê li Laheyê ya serwîsa îstîxbarata Tirkiyeyê (MÎT) heye û li hemberî kurdên alîgirên PKKê yên li Ewropayê ‘lîsteyên mirinê' amade dike.

    Rojnameya De Telegraafê bi sernavê "Lahey bûye hêlîna sîxurên tirk" ragihand. Ev nûçe xwe dispêre axaftina peywirdarekî MÎTê yê li Laheyê ya bi ajanê MÎTê Mustafa Karataş ê li Hambûrgê dijî.

    Di vê qeydê de bi rêya e-postayê ku ji aliye ji Cansu Ozdemir ya ku Endama Meclîsa Şaredariya Hambûrgê ye hatibû şandin, tê eşkerekirin ku Karataş peywirdarê MÎTê ye qala lîsteya mirinê dike.

    Li gorî ragihandina nûçeya rojnameya holandî, peywirdarê MÎTê dibêje "Têkildarî parlementera kevn a BDPê Sevahir Bayindir em nikarin agahiyan werbigirin. Ji ber parlamentere berê ya baş tê parastin û zêde cihê xwe diguherîne. Ne mumkun e mirov wê ji holê rake. Divê beriya operasyonê 3 saetan jî haya me jê hebe."

    Almanya
    © Foto: Flickr/ Hernán Piñera
    Karataş li ser daxwaza "Pere ji min re lazim e" û kesê li hember dibêje "Ez ji şefê xwe yê li Laheyê bipirsim. Ji bo axaftina vê mijarê divê ez herim Laheyê."

    Rojnameya De Telegraafê destnîşan dike ku ev axaftin diyar dike ku li Laheyê navendeke MÎTê heye.

    ‘DIBE BAREGEHA MÎTê LI LAHEYÊ HEBE'

    Rojnameyê diyar kir ku dewleta Hollanda bi awayekî cîddî li ser vê îddîayê sekiniye lê daxuyaniyeke fermî nedaye.

    Li gorî rojnameyê pisporê terorê Edwîn Bakker gotiye ku Tirkiye çalakiyên PKKê yên li Ewrûpayê dişopîne û dibe ku li Laheyê baregeha wan hebe.

    Bi heman mijarî:

    MÎTê li Dîlokê operasyona DAIŞê kir: 18 kes hatin desteserkirin
    MÎTê lîsteya 122 hezar bikarhênerê ByLockê teslîmî dozger kir
    Dozgerê tirên MÎTê li Stenbolê hat desteserkirin
    ‘Li dijî MÎTê operasyona mezin'
    Baluken: Ez û misteşarê MÎTê bi hev re beşdarî civîna xweseriyê bûn
    Etîketan:
    mirin, lîste, Rojnameya De Telegraafê, Mustafa Karataş, Cansu Ozdemir, Holanda
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de