09:05 18 Cotmeh 2017
Zindî
    Mesûd Barzanî

    Barzanî: Nêrîna Belçîkayê ji bo referanduma serxwebûnê pir erênî ye

    © Foto: Serokatiya Herêma Kurdistanê
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 3110

    Barzanî di serdana xwe ya Brûkselê de bi berpirsên belçîkî re civînek li dar xist û piştî civînê got: "Me peyama gelê Kurdistanê gihande dostên xwe yên Belçîkayê. Helwesta wan pir bi erênî bû."

    Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di serdana xwe ya Brûkselê de bi berpirsên belçîkî re civînek li dar xist. Di civîna ligel berpirsên belçîkî de Cîgirê Serokwezîr, Wezîrê Parastin û hejmareke paye bilind a hikûmeta Brûkselê cih girt. Barzanî piştî civînê got: "Me peyama gelê Kurdistanê gihande dostên xwe yên Belçîkayê. Helwesta wan pir bi erênî bû. Ez spasiya wan dikim."

    Ji aliyê din ve Cîgirê Serokwezîrê Belçîkayê Jan Jambon di daxuyaniya xwe ya piştî civînê de got: "Me civîneke baş encam da û em ê referanduma serxwebûna Kurdistanê binirxînin. Mafê kurdan heye ku biryarê li ser pêşeroja xwe bidin. Piştgiriya me ya siyasî û leşkerî ji bo Kurdistanê wê dewam bike."

    Di heyeta bilind a Kurdistanê de nûnerê YNKê û Waliyê Kerkûkê Necmedîn Kerîm, nûnere PDKê Hoşyar Zêbarî, nûnerê Yekgirtûya Îslamî Mihemed Hewdiyanî, Berpirsê Pêwendiyên Derve yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Felah Mistefa, nûnerê tirkmenan Mihemed Sededîn, nûnera xrîstiyanan Wehîde Hûrmiz û nûnerê kurdên êzidî Şêx Şemo cih digrin.

     

     

     

    Bi heman mijarî:

    Barzanî ji bo referandûma serxwebûnê li Ewropayê ye
    Barzanî: Referandûm derfeteke bo Kurdistanê
    Barzanî rizgarkirina Mûsilê li Ebadî pîroz kir
    Barzanî û Tillerson îro li Stenbolê tevlî Kongreya Petrol a Cihanê dibin
    Barzanî: Piştî serxwebûnê 'em garantîyeke temam didin'
    Etîketan:
    Cîgirê Serokwezîrê Belçîkayê, Serokê Herêma Kurdistanê, Jan Jambon, Mesûd barzanî, Belçîka, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de