11:49 21 Îlon 2017
Zindî
    Bûyerên Hamburgê

    Bîlançoya bûyeran eşkere bû: 476 polîs birîndar bûn û 411 kes jî hatin binçavkirin

    © REUTERS/ Hannibal Hanschke
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 54 0 0

    Serokwezîrê eyaleta Hamburgê Scholz, Senatorê Navxweyî yê Hamburgê Grote, Midûrê Ewlehî Meyer û amirê ji ewlehiya G20ê berpirsyar Dudde di civîna çapamenî de bilançoya bûyerên Zîrweya G20ê ji raya giştî re eşkere kirin.

    Serokwezîrê Eyaleta Hamburgê Olaf Scholz, Senatorê Navxweyî yê Hamburgê Andy Grote, Midûrê Ewlehî Ralf Martin Meyer û amire ji ewlehiya G20ê berpirsyar Hartmut Dudde di civîna çapamenî de bilançoya bûyerên Zîrweya G20ê ji raya giştî re eşkere kirin.

    Dudde di axaftina xwe de got: "Di bûyerên 22ê Hezîran û 9ê Tîrmehê de 476 polîs birîndar bûn, 411 çalakvan jî hatin binçavkirin û ji wan 37 kes hatin girtin. Heta niha li Hamburgê tiştekî wiha neqewimiye."

    Serokwezîrê Eyaleta Hamburgê Scholz jî di axaftina xwe de got: "Bi ti awayî em musaede nakin ku careke din bûyerên bi vî rengî li Hamburgê pêk werin."

    Scholz di berdewamiya axaftina xwe de got: "Ev bûyerên ku qewimîn hem min û hem jî gelek însan dilsar kirin. Ev nayê qebûlkirin. Em ê bi hemû hêza xwe hewl bidin ku careke din tiştekî wiha li Hamburgê çênebe."

    Bi heman mijarî:

    Îvanka Trump di Lûtkeya G20ê de li şûna bavê xwe rûnişt
    Zîrweya G20ê dest pê kir. Merkel pêşwaziya serokan dike
    Zîrweya serokê welatên G20ê îro li Hamburgê dest pê dike
    Dijberên G20ê xwe ji protestoyan re amade dikin: Bixêr hatin dojehê
    Ûşakov: Dibe Pûtîn û Trump di lûtkeya G20ê de hevdîtin pêk bînin
    Wezîrên Derve yên G20ê îro li Bonnê dicivin
    Serokê Arjantînê Macrî, dixwaze di civîna G20ê de hevdîtinê bi Pûtîn re bike
    Etîketan:
    Zîrweya G20ê, Serokwezîrê Eyaleta Hamburgê, Ralf Martin Meyer, Andy Grote, Olaf Scholz, Hamburg, Almanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de