06:52 26 Îlon 2017
Zindî
    Angela Merkel - G20

    Merkelê bersiva referanduma serxwebûna Kurdistanê da

    © REUTERS/ Axel Schmidt
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 34432

    Zîrweya G20ê ku li bajarê Hamburg a Almanyayê pêk dihat bi dawî bû. Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel piştî zîrweyê rewşa dawî nirxand û di civîna çapamenî de bersiva pirsên rojnamevan da.

    Serokwezîra Almanyayê di bersiveke xwe de referanduma serxwebûna Kurdistanê ya 25ê Îlonê nirxand û got: "Di mijara tekoşîna dijterorê de divê piştgiriya Kurdistanê û Hêzên Pêşmerge were kirin. Di mijara referandumê de jî em piştgiriya herêma kurdî di nav yekîtiya Iraqê de diparêzin."

    ‘BI TIRKIYEYÊ RE CUDAHIYÊN ME PIR KUR HENE'

    Merkel di berdewamiya axaftina xwe de ragihand ku kedeke girîng a Tirkiyeyê li Zîrweya G20ê bû û got: "Li ser daxwaza Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan me hevdîtineke dualî kir, lê di navbera me de cudahiyên pir kur hene. Mijara girtiyan û Baregeha Leşkerî ya Încîrlîkê ji van çend mînak in."

    Bi heman mijarî:

    Zîrweya G20ê dest pê kir. Merkel pêşwaziya serokan dike
    Mîrê Qetarê el Sanî ji bo çareseriya krîzê bi Merkel re axivî
    Serokomarê Misrê Sîsî li Almanyayê bi Merkel re hevdîtin pêk anî
    Angela Merkel piştî biryara Încirlikê daxuyanî da
    Merkel: Divê qedera me di destê me de be
    Berdevkê Serokwezîrtiya Almanyayê : Baweriya Merkel bi Amerîkayê tuneye
    Etîketan:
    Zîrweya G20ê, Referanduma serxwebûna Kurdistanê, Serokwezîra Almanyayê, Angela Merkel, Hamburg, Almanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de