14:51 26 Gulan 2018
Vladimîr Pûtîn

Zîrweya G20ê dest pê kir. Merkel pêşwaziya serokan dike

© AFP 2018 / SAUL LOEB
Ewropa
Lînkê kurt
0 0 0

Zîrweya G20ê li bajarê Hamburg ê Almanyayê dest pê kir. Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel di merasîma fermî de pêşwaziya serokan dike.

© Ruptly .
لووتکه‌یا گ20ئێ: رۆژا یه‌که‌م

 

Angela Merkel Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn, Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokomarê Fransayê Ammanuel Macron jî di nav de dest bi pêşwaziya serokan dike.

​Piştî ku Merkel hemû serok pêşwazî kirin serokê welatên G20ê wê dest bi civîna ‘retreat’ û ‘tekoşîna terorîzmê’ bikin.

Serokê welatên G20ê piştî wêneyê malbatê kişandin wê dest bi hevdîtina xebata ‘bazirganî û mezinbûna kûrewî’ bikin.

ROJA DUYEM

Di roja duyem ya zîrweyê de serokên G20ê wê civîna ‘şirîkatiya bi Efrîqa' û ‘koçberî û tendirustî' li dar bixin. Herwiha di rûniştina 4em de jî wê ‘dîjîtalbûn, hêbûna jinê û îstîxdan' were gotibêjkirin.

Piştî girtina rûniştinên zîrweyê wê civîna çapamenî ya Serokatiya G20ê were lidarxistin.

 

 

 

Bi heman mijarî:

Zîrweya serokê welatên G20ê îro li Hamburgê dest pê dike
Dijberên G20ê xwe ji protestoyan re amade dikin: Bixêr hatin dojehê
Ûşakov: Dibe Pûtîn û Trump di lûtkeya G20ê de hevdîtin pêk bînin
Wezîrên Derve yên G20ê îro li Bonnê dicivin
Peskov: Dibe hevdîtina rûbirû ya Pûtîn û Trump berî civîna G20ê pêk were
Etîketan:
Li Almanyayê G20ê dest pê kir, Zîrweya G20ê, Recep Tayyip Erdogan, Vladimîr Pûtîn, Angela Merkel, Hamburg, Almanya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de