22:36 27 Gulan 2018
Tirkiye û Hollanda

Hollanda: Serdana Turkeş an wezîrekî din wê xweş neyê dîtin

© AP Photo / Peter Dejong
Ewropa
Lînkê kurt
0 10

Piştî ku hikûmeta Almanyayê du çalakiyên 15ê Tîrmehê yên Tirkiyeyê betal kirin vê carê jî Hollandayê ji bo serdana wezîrên tirk aciziya xwe nişanda.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan
© AP Photo / Presidential Press Service
Piştî ku hikûmeta Almanyayê du çalakiyên 15ê Tîrmehê yên Tirkiyeyê betal kirin vê carê jî Wezîrê Derve yê Hollandayê ji bo serdana wezîrên tirk aciziya xwe nişanda.

Wezareta Derve ya Hollandayê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de ragihand ku di şertên heyî yên têkiliyên Enqere û Amsterdamê de serdana Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyeyê Tugrul Turkeş an jî kesekî din bo Hollandayê û lidarxistina çalakiyan wê xweş neyê dîtin.

Hollandayê berî hilbijartina xwe ya parlamentoyê li welatê xwe serdan û civînên rêvebirên tirk ji bo referandumê qedexe kiribû. Digel vê Wezîra Polîtîkayên Civak û Malbatê Fatma Betul Sayan Kaya xwestibû serdana Hollandayê bike, lê polîsê Hollandayê ew dersînor kiribû. Dersînorkirina wezîra tirk di navbera Enqere û Amsterdamê de bibû sedema gengeşiyê.

Bi heman mijarî:

Hollanda di têkiliyên Kurdistanê de dikeve asteke nû
Ji Erdogan bo Almanya û Hollanda: Hûn xwelî ser in
Neteweyên Yekbûyî li ser krîza navbera Hollanda û Tirkiyê daxuyanî da
Ji Amerîkayê yekem daxuyaniya ser krîza navbera Hollanda û Tirkiyê
Konsolosê Hollanda yê li Stenbolê: "Al ji terefê çalakvanekî ve hat daxistin"
Serokê Parlementoya Tirkiyeyê: Hollanda, wek bêrîka me ya biçûk
Etîketan:
Wezareta Derve ya Hollandayê, Wezîra Polîtîkayên Civak û Malbatê ya Tirkiyeyê, Fatma Betul Sayan Kaya, Tirkiye, Hollanda
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de