17:32 26 Îlon 2017
Zindî
    Hamburg, G20 zirvesi

    Dijberên G20ê xwe ji protestoyan re amade dikin: Bixêr hatin dojehê

    © REUTERS/ Kai Pfaffenbach
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 1110

    Te payîn ku xwepêşandaneke mezin îşev li bajarê Hamburgê yê Almanyayê ku lûtkeya G20ê pêk bê, were lidarxistin. Hate ragihandin ku xwepêşander dixwazin têketina serokên cîhanê bo lûtkeyê asteng bikin.

    Li gorî ragihandina AFPê aktîvîstên antîkapîtalîst, dê çalakiya ‘Bixêr hatin Dojehê' li dar bixin.

    Hin serokê cîhanê hedî hedî bo beşdarî lûtkeyê bibin diçin Hamburgê, tevdîrên berfireh ku aloziya li bajêr gelek zêde bûye, tên girtin.

    Tê payîn ku seranserê lûtkeya G20ê nêzî 100 hezar xwepêşander beşdarî protestoyan bibin.

    20 HEZAR POLÎS DÊ PEYWIRÊ BIKIN

    Hate diyarkirin ku seransarê lûtkeya G20ê dê 20 hezar polis peywirê bikin û gelek wesayîtên polîsan jî bo mudexaleyê hatine amadekirin.

    Hate eşkerekirin ku cihên 400 kesan li navendên desteserkirinê hene.

    Bi heman mijarî:

    Wezîrên Derve yên G20ê îro li Bonnê dicivin
    Peskov: Dibe hevdîtina rûbirû ya Pûtîn û Trump berî civîna G20ê pêk were
    Zîrweya Serokên G20ê dest pê kir
    Serokê Arjantînê Macrî, dixwaze di civîna G20ê de hevdîtinê bi Pûtîn re bike
    Pûtîn wê bibe mêvanê herî birûmet ê civîna G20ê
    Etîketan:
    amadehî, xwepêşandan, protesto, Ajansa AFPê, Hamburg, Almanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de