14:46 22 Îlon 2017
Zindî
    Martin Schulz

    Matin Schulz: Ez naxwazim ku Erdogan li Almanyayê çalakiyan li dar bixe

    © AFP 2017/ Emmanuel Dunand
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 3820

    Serokê Partiya Demokrat a Sosyal Matin Schulz beriya Lûtkeya G20ê di 7-8ê Tîrmehê de li bajarê Hamburgê ragihand ku, "Ez naxwazim Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ku rojnameger û dijberan diavêjê girtîgehan li Almanyayê çalakiyan li dar bixe."

    Li gorî ragihandina Deutsche Welle tirkî namzede serokwezîrtiyê ya SPDê Martin Schulz di hevpeyvîna xwe yê bi rojnameya Bildê de, li dijî Erdogan derketiye ku çalaki li Almanyayê li dar bixe.

    Çapameniya Almanyayê eşkere kiribûn ku Erdogan plan dike li Almanyayê axaftineke bo alîgirên xwe bike.

    Schulz, "Siyasedmedarên biyanî yên ku nirxênme li welatê me binpê dikin, nikarin li welatê me çalaki li dar bixin. Ez naxwazim Erdoganê ku rojnameger û dijberan diavêjê girtîgehan li Almanyayê çalakiyan li dar bixe."

    Wezareta Karên Derve ya Almanyayê diyar kir ku di derbarê mijarê de ji Tirkiyeyê bo vê daxwazeke fermî bo me nehatiye.

    Bi heman mijarî:

    Ricky Martin serdana zarokên sûrî kir
    Martin Schulz: ‘Tirkiye di şerê li dijî kurdan de bi ser nakeve'
    Erdogan: Dibe em operasyoneke leşkerî li Rojava pêk bînin
    Almanya sînorên xwe li parêzvanên Erdogan qedexe dike
    Erdogan: Em nahêlin PYD dewletê ava bike
    Pûtîn bi Erdogan re peyivî: Berjewendîyên me hev digirin
    Etîketan:
    lidarxistin, çalakî, Deutsche Welle tirkî, Martin Schulz, Recep Tayyip Erdogan, Almanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de