06:05 21 Cotmeh 2017
Zindî
    Li Brukselê alarma terorê / Polîsê Belçîkî

    Li stasyona trenê ya Brukselê teqîn: Kesek hat bêbandorkirin

    © AFP 2017/ Emmanuel DUNAND
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 2920

    Li stasyona trenê ya navenda paytexta Belçîka Brukselê teqîn çêbû. Seferên trenê hatin rawestandin. Li gor agahiyên polîsan çenteyek di rawestgeha trenê de hatiye teqandin.Kesak hat bêbandorkirin û lêkolîn berdewam dikin.

    Polîsên Belçîkî cihê bûyerê dorpêç kirin û ragihandin ku rewşa ewlekarîyê asayî ye. Polîsan piştrast kir ku ji xeynî êrîşkar ti kesek birîndar nebûye.

    Li ser kuştî û birîndarên teqînê ti daxuyanîyek hîn nehatiye dayîn.

    Meydana navendî ya The Grand Place a Brukselê hat valakirin.

    Stasyona navendî ya Brukselê yek ji sê stasyonên mezin ê bajêr e.

    ​Herwiha polîsan ragihand, kesekî elekê teqemenîyê li ser hebû hatiye bêbandorkirin. Li gor şahidan kesê hat bêbandorkirin diruşma 'Allahu Ekber' qêrîya.

    Etîketan:
    Bruksel, Belçîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de