22:18 28 Hezîran 2017
Zindî
    Parlamentoya Ewropayê

    PE: Bi lezgînî muzakereyên li gel Tirkiyeyê bidin rawestandin!

    © Sputnik/ Vladimir Fedorenko
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 3250

    Parlementoya Ewropayê (PE) biryara ‘rawestandina muzakereyan' bi pêş xist û ragihand ku, "Bê ku muzakere bên derengxistin bidin rawestandin." Di rapora PEyê de rexneyên tund li Tirkiyeyê hate kirin.

    Komîsyona Karê Derve yê Parlementoya Ewropayê (PE) rapora Tirkiyeyê ya ku ji aliyê Parlemetera holadî Katî Pîrî ve hatibû amadekirin li dijî 3an bi 51 dengan hate qebûlkirin. PEyê ya ku têkildarî biryara ‘rawestandina' muzakereyan a li gel Tirkiyeyê girtî, ev biryar bi "bê ku dereng bê xistin, asteng bikin" hate guhertin. Biryara rawestandina muzakereyê, wê nêrîna Komîsyona Vendedîk a li hember referandûmê nerênî bandor bike.

    Di rapora ku rexneyên tund li Tirkiyeyê hate kirin de, pêkanînên Rewşa Awarte, girtina gelek rojnamevan û girtiyên siyasî, gotûbêjkirina cezayê darvekirinê, di dema kampanyaya referandûmê de, Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan a lîdarên Ewropayê bi sûcdarkirina ‘Nazî'yê kiriye mijar.

    Rapor, wê di rûniştina Desteya Giştî ya PEyê de rewşa dawî bê derbas kirin.

    Bi heman mijarî:

    Raportora PEyê: "Her cara ku em têne Tirkiyeyê em rewşê xirabtir dibînin"
    Îsraîlê destûr neda heyeta PEyê têkeve Xezzeyê
    Namzetên Serokatiya PEyê hêdî hêdî diyar dibin
    Endamê PEyê banga qedexekirina çalakiya PKKê kir
    Biryara PEyê ya li dijî Spûtnîkê kete rêza yekemîn a çapemeniyê
    Etîketan:
    rawestandin, rapor, muzakere, Katî Pîrî, Recep Tayyip Erdogan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de