16:21 22 Îlon 2017
Zindî
    Şewat

    Li Londrayê agir girte avahiyeke 24 qatî

    © REUTERS/ TOBY MELVILLE
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 2340

    Avahiya 24 qatî ya li Latimer Roada ku li rojavayê Londraya Îngîltereyê dikeve şewitî.

    Şewata avahiyê li gorî seeta herêmî li 01.16an destpê kir 200 agirkuj bi 40 wesayîtî mudaxeleya agir kir ku bitefîne.

    ​Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Ewlehî ya Londrayê li derdora avahiyê tahliye hatin û li gorî nûçegihanê BBCyê Andy Moore metirsiya ku avahî hilweşe heye.

    ​Peşkêşvanê televîzyonê George Clarke jî di axaftina xwe de ragihand ku digel ez 100 metroyî ji avahiyê dûr im dîsa xweliya agir bi ser min ve tê, di destê hinekan de elektrîka destan heye û ji bo ku nikarin derkevin derve alikariyê dixwazin.

    Ji aliyê din ve li gorî nûçeya BBCyê ku dispêre şahidên bûyerê, hinek kesan di nava avahiyê de alîkarî xwestine û hinek jî bi telefonan li malbatên xwe ji bo alîkarî geriyane.

    Hinek kesên ku xizmên wan di nava avahiyê de asê mane dibêjin em nikarin xwe bigihîne wan.

    Bi heman mijarî:

    Polêsê Brîtanyayê navê 2 êrişkarên Londrayê eşkere kir
    Rêxistina ku êrişa Londrayê pêk anî eşkere bû
    Pûtîn êrişa li Londrayê şermezar kir
    Li Londrayê li rawestgeha otobusan alarma bombeyê
    Li Londrayê nêzî avahiya hikumetê gumanbarek hat girtin
    Etîketan:
    Li Londrayê agir girte avahiye 24 qatî, Londra, Îngîltere
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de