09:05 17 Tebax 2017
Zindî
    Yewnanistan

    Yûnanistan: Bila Tirkiye mafên dide kurdan û yên ji Qibrisê re dixwaze, bide ber hev

    © AFP 2017/ LOUISA GOULIAMAKI
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 8551

    Berî civîna lûtkeya Qibrisê ya ku dê di 28ê mehê de li Ceneveyê bi rê ve biçe, Wezîrê Derve yê Yûnanistanê Nikos Kotzias pirsa kurdî li Tirkiyeyê bi bîr anî û got," Divê Tirkiye ew mafên ku dane kurdên Tirkiyeyê û mafên ku ji tirkên Qibrisî re dixwaze bide ber hev."

    Li gorî nûçeya Gazete Duvarê, Kotzias bi radyoya Alphayê re axiviye û helwesta Tirkiyeyê ya di mijara kurdî de û ya di mijara Qibrisê de dan ber hev û wiha got, em neçar in ku kesên îdîa dikin ku mafê wan di girava mezin(Qibris) da heye, bidin ber mafên didin wan gelên ku bi gelekî ji komeleya ya tirkî li Qibrisê mezintirin."

    "Kesên ku li ser grava mezin daxwaza mafan dikin, divê em mafên ku li welatên xwe dane bidin ber hev."

    ‘DIVÊ ÇARESERÎ JI BO QIBRISÊ BE'

    Kotzyas wiha dewam kiriye, "Di dawiyê da, qibris endama neteweyên yekbûyî û yekîtiya ewropayê ye. divê dewleteke asayî be. Nabe artêşên dagirker lê hebin. divê mafê kesî tine be ku destwerdanê bike. Nabe ku tirkiye berjewndiyên xwe misoger bike."

    Bi heman mijarî:

    Anastasiadis: Di diyaloga siyasî ya ji bo hevgirtina Qibrisê de pêşketin çêbû
    Nexşeyên muzakereyên Qibrisê wê di qaseyên taybet de werin veşartin
    Lavrov: "Di rojeva me de li Qibrisê avakirina baregehan tuneye"
    Keştiya balafiran ya Fransayê, bo operasyona Mûsilê derbasî Qibrisê bû
    Etîketan:
    tirk, maf, kurd, radyoya Alphayê, Nikos Kotzias, Yûnanistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de