18:37 20 Tebax 2017
Zindî
    Ukrayna- AB

    600 hemwelatîyên Ukraynî derbasî Ewropayê bûn

    Sputnik
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 541

    Piştî ku biryara mafê geşta bêvîze bo welatên Yekîtîya Ewropayê (YE) ji aliyê Ukraynayê ve hat wergirtin, di nav çend demjimêran de bi sedan hemwelatîyên Ukraynî sînor derbas kirin û derbasî welatên YEyê bûn.

    Beşa Konsolosîyê ya Wezareta Derve ya Ukraynayê ragihand ku piştî mafê çûyîna bêvîze bo YEyê hat dayîn, bi sedan hemwelatîyên Ukraynî li demjimêrên sibehê derbasî welatên Ewropî bûne ku hejmara kesên gihîştina wan welatan jî bûye 600 kes.

    Serokê Dewleta Ukraynayê Pyotr Poroşenko, îro ragihand ku pêşnîyara qanûnê ya geşta bêvîze bo welatên Ewropayê ketiye merîyetê.

    Li gor vê sererastkirina qanûnê dê hemwelatîyên Ukraynî bi mebestên turîstîk, serdana malbatan û kar bikarin bêvîze heta 90 rojan li wan welatên Schengenê yên YEyê bimînin.

     

    Bi heman mijarî:

    Qeyûmê Qoserê peykerê Ugur Kaymaz rakir
    Li Stenbolê operasyona DAIŞê: 18 kes hatin binçavkirin
    Hilbijartinên parlamena Fransayê birêve diçin
    Îranê bi 5 balafiran alîkarî şand Qeterê
    Kurê Qeddafî hat berdan
    Îdiaya kuştina Bexdadî li Reqqayê
    Etîketan:
    ukrayna, Ewropa, Ukrayna
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de